KKP dê di hilbijartinê de piştgiriyê bide DEM Partiyê

img
AMED - Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) ragihand ku dê di hilbijartina herêmî de piştgiriyê bide DEM Partiyê. 
 
Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) têkildarî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê danezana hilbijartinê aşkere kir. Berdevkê Siyasî yê KKP’ê Nûsrettîn Maçîn di civîna çapemeniyê ya li avahiya rêxistina partiya xwe ya Amedê hate lidarxistin de danezana hilbijartinê bi rayagiştî re parve kir. Parlamenterê partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Wanê Sînan Çîftyurek jî di civînê de cih girt. 
 
Nûsrettîn Maçîn, ragihand ku dê weke partî bi navê xwe nekevin hilbijartinê û dê di hilbijartinên herêmî de piştgiriya DEM Partiyê bikin. 
 
Maçîn di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Me li Kerkukê dît ku dema kurd bi lîsteyên cuda dikevin hilbijartinan zirarên çawa derdikevin holê. Ji ber vê yekê divê di demên wiha de nakokiyên di nava xwe de deynin aliyekî li dijî dewlet û partiyan weke blokeke azadîxwaz bi hev re helwestê nîşan bidin. Dewlet û tifaqa cûmhûr, bi awayekî aşkere dixwaze ku di siyaseta kurdan de parçekirinekê derxîne holê û hewl dide yekitiya netewî ya kurdan qels bike. Dixwazin şaredariyên li Kurdistanê ji destê kurdan bigirin.”