Namzetên DEM Partiyê yên ÎBB’ê serdana karkerên tersaneyê kirin

img
STENBOL - Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Stenbolê yên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî serdana karkerên Tersaneya Tuzlayê kirin. 
 
Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî serdana karkerên li herêma tersaneyan a Tuzlaya Stenbolê dixebitin kirin. Hevserokên rawestgeha Pira Îçmeler a Tuzlayê ya karkerên ku serê sibê ji bo biçin kar lê kom dibin, bi karkeran re hatin ba hev. Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu, parlamenter Çîçek Otlu û gelek partiyî tev li bernameya serdanan bûn. 
 
KARKERAN KULÎLK DAN
 
Partiyiyan piştî ku belavok dan karkeran, heya pêşiya Tersaneya Keştiyan a Tuzlayê meşiyan. Hevşaredar li vê derê ji hêla karkeran ve bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin. Beştaş û Çepnî bi karkeran re govend gerandin û piştre jî belavkirina belavokan domandin. 
 
ÇEPNÎ: EM NAMZETÊN KARKERAN IN
 
Namzetê Hevşaredariyê Çepnî jî anî ziman ku neheqî li karkaran tê kirin, bêyî temînat tên xebitandin û ev tişt gotin: “Em wek partiya karker û xizanan li vê derê ne. Em ji bo namzetiya karkeran bûn namzetên hevşaredariyê Bajarê Mezin. Dê Şaredariya Stenbolê bibe şaredariya karkeran. Em wek namzetên karkeran li vê derê ne û dê li cem karkerên ku li ber xwe didin, bin.”