Ozturk: Em di hilbijartinê de bi AKP'ê û piştgira wê hêza dewletê re têdikoşin

ŞIRNEX - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk diyar kir ku kurd di hilbijartinan de ne tenê bi AKP'ê re, bi hêza dewletê ya ku piştgiriya wan dike re jî dikevin pêşbaziyê û got: "Gelê me tevî hîle û xurdeyên wan jî wê serkeftineke mezin bi dest bixe."
 
AKP ya ku li Kurdistanê di hilbijartinên herêmî û giştî de nikaribû encamên ku dixwest bi dest bixe, piştî tayînkirina qeyûman bi planên "veguhastina dengdêran" hewl dide şaredariyan bi dest bixe. AKP ku li Kurdistanê di Hilbijartina Giştî û Serokkomariyê ya 14’ê Gulana 2023’yan de kêmbûna dengên xwe dît, bi taybetî jî ji Colemergê ber bi Şirnexê ve bi hezaran leşker û polîs di bin navê “hilbijêran” de veguhast û bi vê hewl dide şaredariyên li sînorê Herêma Kurdistana Federe bi dest bixe. 
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Şirnexê bû, plansaziyên hilbijartinê yên desthilatê û girîngiya Hilbijartinên Herêmî ji bo kurdan nirxand.
 
‘EM DI HILBIJARTINAN DE BI DEWLETÊ RE PÊŞBAZIYÊ DIKIN'
 
Ozturk diyar kir ku xebatên hilbijartinê bihêz dewam dikin û got ku coş û eleqeya gel a ji bo Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) gelekî zêde ye. Ozturk diyar kir ku di hilbijartinên 9 salên dawî de li Şirnexê ne tenê li hemberî AKP'ê yan jî partiyeke din re têdikoşim, li hemberî dewleta ku pişta desthilatê digire jî têdikoşin û got: "Îradeya gel a li Kurdistanê hat desteserkirin, du caran ji hêla qeyûman ve. Dema em li pratîka van qeyûman dinêrin, em dibînin tenê erdnîgariya Kurdistanê talan dikin. Êrişî xweza, nirx, ziman û çanda gelê kurd dikin. Ev zîhniyet ne zihniyeteke nû ye. Ev zîhniyet, beriya AKP-MHP’ê hebû. Gelên li Kurdistanê dijîn ev sed sal in bi nijadperestiyê re rû bi rû ne. Em li dijî pergaleke ku kurd û gelên din û girseyên demokratîk paşguh dike, be rbi hilbijartinan ve diçin." 
 
‘GEL DÊ BERSIVA LÎSTIKÊN QIRÊJ BIDE'
 
Ozturk îşaret bi wê yekê kir ku desthilat dixwaze hem li bajarên ser sînor hem jî li bajarên wekî Sêrt û Îdirê ku hejmara hilbijêran kêm e bi rêya "veguhastina dengderan" şaredariyan bidest bixe û got: "Zêdetirî 8 hezar û 300 leşker û polîs sewqî Şirnexê kirin. Ger ev ne tayînkirina qeyûm be, çi ye? Ger ev ne helwesteke dagirkerî, nijadperestiyê be, çi ye? Bi van pêkanînan li cihên ku gelê me lê dijîn îradeya gel paşguh dikin. Li welatê şêran rovî nikarin bihewin û bijîn. Di 31’ê Adarê de gelê me dê bersiva van polîtîkayên qirêj bide."
 
Ozturk anî ziman ku veguhastina hilbijêran navekî din ê pratîka qeyûmtiyê ye û got: “Ev yek paşguhkirina îradeya gel e. Di heman demê de tê wateya paşguhkirina nasname û zimanê gelê kurd jî. Dixwazin bi hîle û xurdeyan vê derê bi dest bixin û feraseta 'Partiyên Kurdan qediyan' biafirînin. Ev derbeyeke siyasî ye. Gelê me dê li ser sindoqan bersiva vê hewldana darbeyê bide."
 
‘GELÊ ME DÊ SERKEFTINEKE MEZIN BI DEST BIXE'
 
Ozturk bal kişand ku hilbijartinên herêmî ji bo wan ne tenê hilbijartina şaredariyan e û wiha got: “Ev hilbijartin ji bo me ne tenê hilbijartinek e. AKP, bi polîtîkayên zext û tundiyê yên 9-10 sal in li Kurdistanê dimeşîne, dixwaze wekî lêgerîna rewabûnê bide der. Ji bo vê jî dixwazin bi hîleyên wekî veguhestina dengan li bajarên sînor û cihên din feraseta serketinê ava bikin. Bi vî awayî dixwazin polîtîkayên xwe rewa bikin û hîn pêştir jî bixin. Lê dema em biçin ser sindoqan, gelê me dê tevî hîle û xurdeyên wan jî, serkeftineke mezin bi dest bixe."
 
Ozturk bang li parêzvanên mafên mirovan, demokrasî, maf û hiqûqê kir û got: “Demokrasî ne tenê ya hêla Tirkiyeyê ye. Dema tenê vîna gelê li Tirkiyeyê bê hesibandin, ev ne demokrasî ye. Divê rêz li vîna gelê kurd ê ku li Kurdistanê diçe ser sindoqan jî were girtin. Dema rêz li îradeya gel neyê girtin divê her kes li gorî vê bertek nîşan bide. Yekane çare ev e." 
 
MA / Omer Akin