Namzetên Hevşaredariya Bazîdê: Dê gel şaredariyê bi rê ve bibe

img
AGIRÎ - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Bazîdê Kenan Alkan û Aygul Aşan destnîşan kirin ku ew ê mekanîzmayekê ava bikin ku gel karibe xwe bi rê ve bibe û gotin: “Şaredarî gel bi rê ve nabe, dê gel şaredariyê bi rê ve bibe." 
 
Navçeya Bazîda Agiriyê ku yek ji kelehên hilbijartinê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) e, ji sala 1999’an ve ji hêla siyaseta kurd ve tê birêvebirin. Şaredariya Bazîdê ya ji dema Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) ber bi îro bi hişmendiya demokratîk tê birêvebirin, di sala 2016’an de bi polîtîkayên qeyûm ên AKP’ê ve hate xespkirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şaredariya navçeyê bi rêjeya ji sedî 68’an bi dest xist. Hevşaredar Yildiz Acar ji ber rexneyên hatine û lêkolîna hatiye kirin hat tespîtkirin ku li dijî feraseta şaredarvaniya demokratîk tevgeriyaye, hate îxraçkirin. DEM Partî ji bo hilbijartinên herêmî yên 2024’an namzetên xwe bi hilbijartina gel re diyar kir. Namzetên Hevşeradariya Bazîdê bi vî awayî wek Aygul Aşan û Kenan Alkan hatin diyarkirin. 
 
AYGUL AŞAN Û KENAN ALKAN KÎ NE?
 
Namzeta hevşaredariyê Aygul Aşan di sala 1991’an de li Bazîdê hate dinê. Aşan a ji beşa Avahîsaziya Peyzajê ji Zanîngeha Îdirê mezûn bûye zewicî ye û 2 zarokên wê hene. Namzetê Kenan Alkan jî di sala 1977’an de li Bazîdê ji dayik bû. Alkan di sala 1999’an de serokatiya avakar a Komeleya Malbatên Girtiyan kir, di navbera salên 2004 û 2014’an de ji Partiya Aştî û Demokrasiyê (DBP) wek endamê Meclisa Giştî ya Bajêr hate hilbijaratin. Alkan di sala 2019’an de jî wek endamê Meclisa Giştî ya Bajêr hatiye hilbijartin, ji bo hilbijartina 31’ê adarê wek namzetê hevşaredariyê hate diyarkirin. 
 
DERIYÊ SÎNOR GEH VEDIBE GEH TÊ GIRTIN
 
Kenan Alkan destnîşan kir ku tevî deriyê sînor ê Gurbulakê heye jî desthilat gelê vê derê 8 sal in bi xizaniyê ceza dike. Alkan, diyar kir ku desthilat dixwaze gel muhtacî xwe bike û da zanîn ku polîtîkayên ewlehiyê yên dewletê, mirov anîne asta ku êdî nikarin kar bikin û wiha got: “Bi salan e gelekî ku baweriya xwe, têkoşîna xwe nîşan dide heye. Partiyên dixwazin desthilatê bistînin deriyê sînor digirin. Problemên mezin ên bazirganiyê hene. Dixwazin gelê me mexdûr bikin. Desthilat vê yekê li dijî gelê me wek rêbazeke cezakirinê bi kar tîne.” 
 
‘EM Ê XWE JÎ BAJARÊ XWE JÎ BI RÊVE BIBIN’
 
Alkan di berdewama axaftina xwe de got ku dema ew hatin hibijartin, dê tevahiya pirsgirêkên navçeyê çareser bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di her civînên ku li dar dixin de pêşî tiştên ku hewcehiya kirinê hene vedibêjin. Ji sala 1999’an ber bi îro ve feraseta ‘Em ê bajarê xwe jî xwe jî bi rê ve bibin’ heye. Me heya niha bêhtir bala xwe da binesaziya navçeyê. Ji îro şûnda êm ê kevneşopiya biryar dayînê bihuherînin. Dema ku em hatin hilbijartin em ê wek hevşaredar bi rêya endamên meclisan biryaran negirin. Em ê di her mijarê de wek meclisên gel, der barê ciwanan û zarokan de bi rêxistinên xwe yên sivîl, bi keyayên xwe yên tax û gundan dê biryarê bidin.” 
 
PROJEYA NAVENDA ÇANDÊ YA EHMEDÊ XANÎ
 
Alkan diyar kir ku ew ê kevneşopiya Mihrîcana Çandê ya Ehmedê Xanî ku beriya qeyûm bûbû kevneşopiyek, dê bidomînin û diyar kir ku ew ê bi ser navê Ehmedê Xanî projeya xwe ya Navenda Çandê ya Ciwanan têxin meriyetê. 
 
‘EM NEÇARIN KU REXNEDAYÎNÊ BIDIN GEL’
 
Alkan got ku şaredarî gel bi rê ve nabe, dê gel şaredariyê bi rê ve bibe û bilêv kir ku ew ê tevahiya pirsgirêkan bi gel re çareser bikin û axaftina xwe wiha domand: “Gel tenê wek bendewarî nêz nabe. Gelê me jî baş dizane ku ev yek bi bawerî û bîrdoziyê ye. Ji ber vê yekê gelê me xwedî li me derdikeve. Gelê me ji me gelek tiştan naxwaze. Heke kêmasiyek û nebesiyek hebe, ew ji rêveberan pêk tê. Em neçar ku li her cihê ku diçinê rexnedayina vê bidin gel. Dema em vê yekê dikin em bi heskirina gel dihesin. Gelê me bi rastî polîtîk e û xwedî li nirxên xwe derdikeve. Tiştên ku nayên hişê me, em nikarin bêjin, gelê me ji me re dibêje. Gelê Bazîdê bi salan e bi berxwedanê têkoşîna xwe li ser piyan dide girtin.” 
 
‘EM Ê HEMÛ PROJEYAN BI JINAN RE PÊK BÎNIN’
 
Namzeta Hevşaredariyê Aygul Aşan jî anî ziman ku ew ê bi feraseta şaredarvaniya jinê tevbigerin, tevahiya projeyên xwe bi jiinan re têxin meriyetê û ev tişt gotin: “Jin xwedî derfetên aborî nîn in. Em ê ji bo jinan qursên pîşeyî û hunerî vekin, kooperatîfan û ji bo ku karibin hilberînên xwe tê de bifiroşin dê kargehan ava bikin.” 
 
‘BAZÎD DÊ DI SINDOQAN DE BERSIVA HERÎ XURT BIDE’
 
Aşan diyar kir ku gelê Bazîdê dê di hilbijartinên herêmî de DEM Partiyê hilbijêre. Aşan, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ji bo paşerojeke azad divê her kes dengê xwe bi kar bîne û wiha got: “Bazîd xwedî hêzeke xurt e, bajareke kevnar e. Her tim piştgiriyê dide endamên xwe, bi taybetî jî dixwaze partiya xwe DEM Partiyê li ciheke baş bibîne, bi awayeke xurt xwedî li îradeya xwe derdikeve û ez bawer dikim dê ji partiya xwe şaş nebe. Gelê Bazîdê her tim xwedî li îradeya xwe derketiye û di sindoqan de dê bersiva herî xurt bide. Em xwedî li sindoqên xwe derbikevin. Dê gel bêje, em ê bikin.”
 
MA / Hakan Yalçin