Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê li her derê ne!

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê li gelek bajaran xebatên hilbijartinê domandin, bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek derdoran re hevdîtin kirin.  
 
Xebatên hilbijartina rêveberiyên herêmî yên 31'ê Adarê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) berdewam in. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê li gelek bajaran çalakiyên cuda li dar xistin. 
 
MUGLA 
 
Namzetên Hevşaredariya yên DEM Partiyê yên Bajarê Mezin a Muglayê Candan Susoy û Yûsûf Uludag di kafeyeke li bajêr de bi rojnamevanan re civiyan. Namzet Candan Susoy anî ziman ku ew li dijî talana ked, xweza, bêkarî, xizanî û şer; xwedî nêrîna demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ne. Susoy, destnîşan kir ku ew bi baweriya ku jiyaneke nû li Muglayê pêkan e ketine rê. Namzet Yûsûf Uludag jî anî ziman ku ew ji bo pirsgirêkên herêmî li herêmê çareser bikin ketine rê. 
 
Namzeta Şaredariya Bodrumê Zuhal Macît jî li ser xeta Rêya Sêyemîn a partiya xwe sekinî û wiha got: “Em nêrîna siyaseta ku me di nava rengên reş û spî de teng dike qebûl nakin. Nêrîna rêya sêyemîn a demokratîk, ekolojîk û azadiyê jinê rêya paradîgmaya me ye. Em mînakeke yekemîn a cîhanê pêk tînin. Di rêveberiya partiya me de pergala fermûarê heye. Em baweriya xwe bi temsiliyeta wekhev tînin û vê yekê dixin meriyetê." 
 
Hevşaredarê Bodrumê Mehmet Polat jî wiha axivî: “Dibe ku şaredariya Bodrumê bi tena serê xwe têrî xwe bike. Ji bo Bodrumê projeyên me hene; di qadên siyasî, aborî, çandî, çandinî, trafîk û tenduristiyê de çareseriyên me yên şaredarvaniya DEM Partiyê hene.” 
 
Namzetên şaredariyê yên navçeyên din jî der barê armancên xwe de axaftin kirin.
 
WAN
 
Namzetên hevşaredariyên yên Erdîşê Guler Temel û Baran Bîlîcî jî serdana esnafên navçeyê kirin. Namzetên hevşaredariyê di buroya hilbijartinê de bi nûnerên rêxistinên sivîl re hatin ba hev.  Hevserokan gotin ku ew ji hilbijartinan bi hêvî ne û wiha gotin: “Werin em di 1’ê nîsanê de bajêr ji vê qeyranê xelas bikin.” 
 
QERS
 
Rêxistina Qersê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de ji çar aliyan ve serdana malbatên li Taxa Stasyonê kir. Partiyiyan ji malbatên ku serdana wan kirin re qala texrîbatên qeyûman kirin. Herwiha di serdanan de welatî ji bo hevdîtina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hatin vexwendin. 
 
ERDEXAN
 
Namzetê navçeya Golan a Erdexanê Serkan Yilmaz û partiyiyên li gel, yek bi yek esnaf ziyaret kirin û ji bo hilbijartinê piştgirî xwestin. Partiyiyên di serdanan de rastî eleqeyeke mezin a gel hatin, soza “rêvebirina bi hev re” dan. 
 
ŞIRNEX
 
Namzetên Hevşaredariyê yên Şirnexê Berîvan Kutlu û Turan Saltan jî bi tevlibûna Hevserokê Komgreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk re çûn serdana esnafên li ser cadeyên Gaffar Okan, Ormanê, Kolana Hunerê yên li Taxên Bahçelîevler, Ataturk û Dîcleyê. Ciwanên ku li dora şandeyê kom bûn, gotin “DEM dema me ye” û anîn ziman ku ji bo 31'ê Adarê amade ne. 
 
RIHA 
 
Li Xelfetî ya Rihayê buroya hilbijartinê hate vekirin. Li gel namzetên hevşaredariyê, gelek kes tev li vekirina bûroya ya li Parka 4’ê Nîsanê bûn. Jinên ku bi saetan beriya vekirina buroyê kom bûn, heta demekî dirê li ber stranên kurdî govend gerandin. Jin, bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li bûn û dîmenên rengîn derketin. Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozerî û namzetên din jî beşdar silav kirin. 
 
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di çalakiyê de axivî û bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da. Ocalan, wiha got: “Heke hiqûq hebe divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û ji bo çareseriya demokratîk rê were vekirin.” 
 
Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Celaleddîn Erkmen û namzetên hevşaredariyê yên navçeyê Sema Ateş û Suphî Yilanci jî çûn serdana esnafên Halîliyeyê. Parlamenterê DEM Partiyê Mîthat Sancar jî tev li serdanê bû. Piştî serdana esnafan, şande çûn serdana Odeya Mişawirên Malî, Odeya Endezyaran û nûnerên çapemeniya herêmî. Partiyiyan her wiha li herêmên di erdhejê û karesata lehiyê de ziyan gihiştibûyê geriyan. Erkmen, da zanîn ku tevî bi ser re salek derbas bûye jî hêj şopên karesatê li şûna xwe disekinin û ser re jî pirsgirêka tiryakê zêde bûye. 
 
Di heman demê de namzetên hevşaredariyê yên navend û navçeyan, parlamenter û partiyiyan li navçeyên Eyyubiye, Wêranşar, Hewag, Curnê Reş  Serêkaniyê jî çûn serdana esnafan, li taxan tev li xebatên hilbijartinê bûn û bi gel re hevdîtin kirin. Di serdanan de li pirsgirêkên welatiyan hate guhdarîkirin û sozên çareserkirinê hatin dayîn. 
 
AMED
 
DEM Partiyê li navçeya Bajarê Nû buroya hilbijartinê ya jinan vekirin. Hevserokên DBP û DEM Partiyê yên Amedê, namzetên hevşaredariyê, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, parlamenter Ceylan Akça, Sevîlay Çelenk, Adalet Kaya û gelek jin tev li bûn. 
 
Li dora buroya hilbijartinê al û flamayên DEM Partiyê û pankarta “Em jin ji bo hilweşandina salteneta we tên” hatin daliqandin. 
 
Beriya hilbjartinê jinan li ber def û stranên kurdî govend gerandin. Gelek caran dirûşmên “Bijî berxwadana zindanan” û “Jin, jiyan azadî” hatin berzkirin. 
 
Di vekirina buroyê de Halîde Turkoglû axivî û got ku ew rengê jinê li hilbijartinan dixin. Turkoglû, destnîşan kir ku ew ê qeyûman bişînin û nûnertiya wekhev pêk bînin. Turkoglû got ku ji bo pêşîlêgirtina cînayetên jinan divê jin di rêveberiyên herêmî de cih bigirin. Turkoglû wiha domand: “Jin, jiyaneke azad û wekhev dixwazin. Daxwaza jinan zelal e, aştî, edalet û wekhevî ye. Ev buroya hilbijartinê dê bibe wesîleya serkeftinê.” 
 
Namzeta Şaredariya Bajarê Nû Safiye Akdag jî got ku wan lez dane xebatên xwe yên hilbijartinê û ev tişt anî ziman: “Coşa herî mezin jî jin nîşan didin. Tevî her cureyên komkujiyê jî jin li ser pêya ne û têdikoşin.” 
 
JI BO 8’Ê ADARÊ BANG KIR
 
Namzeta Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol jî wiha got: “Em bi pergale hevserokatiyê ya ku tu mînakên mîna wê nînin pêş dikevin. Banga me li hemû hevalên jin ew e ku xwedî li dengên xwe derkevin. Em hemû jinan vedixwînin qada 8’ê Adarê.” Piştî axaftinan jî buroya hilbijartinê di nava tililî û çepikan de hate vekirin.