Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dê gel aqilê we bîne serê we

img
ŞIRNEX - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di vekirina buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê de axivî û got ku dewlet hewl dide bi tecrîda li Îmraliyê re gelê kurd tune bike. Ozturk, ev tişt anî ziman: “Gelê me dê aqilê we dîsa bîne serê we.” 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê li bajarokê Dêrgulê buroya hilbijartinê vekir. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Berdan Ozturk tev li vekirina buroyê bû û di hevdîtinê de gelek caran dirûşma “Dêrgul bi te serbilind e” hate berzkirin. 
 
‘ŞER ÇARESERÎ NÎNE’
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di vekirina buroyê de axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Ozturk, anî ziman ku dewletê bi tecrîda li Îmraliyê re qaşo li gorî xwe biryarek da ye û wiha got: “Careke din hewl didin bi şer, qirkirin û pişaftinê gelê me tune bikin. Li her çar parçeyên Kurdistanê tundî û zextê dikin. Gelek welatiyên me hatin qetilkirin û gelek jî avêtin zindanan. Her roj Rojava bombebaran dikin. Em li vir careke din dibêjin; ev çareserî nînin, çareserî wiha nabe.”
 
‘RÊYA ÇARESERIYÊ DIYAR E’
 
Bi domdarî Ozturk pêvajoya bêpevçûnî bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Tirkiyeyê derewan dikin lê li Kurdistanê gel heqîqetê ji wan re dibêje. Heqîqet, sekna hevalên me yên li girtîgehan li ber xwe didin e. Heqîqet, berxwedana gelê kurd a di şexsê birêz Ocalan de tê domandin e. Ji bo vê jî rê diyar e. Rêya çareseriyê diyar e. We di navbera 2013-2015’an de ev rê ceriband. We di dîroka xwe de cara ewil rêyeke rast ceriband û hûn li Îmraliyê li ser maseyê rûniştin. Di van du salan de tu xwîn nerijiya û pêşiya Tirkiyeyê vebû. Hem pêşiya aboriyê hem jî ya Tirkiyeyê vebû. Lê belê ev li gorî hesaba we nebû. Lê gelê me dê dîsa aqilê we bîne serê we.” 
 
Xelkê bajarokê jî bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û çepikan Ozturk silav kir. Piştî axaftinan, buroya hilbjiartinê hate vekirin û govend hatin gerandin.