Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê Karabaş: Em ê bi ser kevin

img
BEDLÎS - Namzetê Hevşaredariyê yê Bedlîsê yê DEM Partiyê Mehmet Nezîr Karabaş destnîşan kir ku ew ê bi hevalên xwe yên namzetiya wan hatiye astengkirin re bi şev û roj bixebitin û di hilbijartinê de bi ser kevin. 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bedlîsê ji bo hevşaredariya hilbijartinên herêmî Enver Barîn nîşan da û ji ber dosyeya wî ya dozê şandine Dadgeha Bilind ji namzetiyê vekişiya. Bi ser vê yekê Farûk Îşlek wek namzet hat nîşandan û namzetiya wî jî ji hêla Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) bi hinceta ku “ji peywira xwe îstîfa nekiriye” hate xistin. 
 
Li pêşiya Xana Zulfo daxuyanî hat dayîn û tevî namzetên Hevşaredariyê yên Bedlîsê Mehmet Nezîr Karabaş, namzetên hevşaredariyê yên navçeyan jî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê Karataş: Em ê bi ser kevin
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Bedlîsê Fîkret Bîrlîk di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ew bi astengiyên cur bi cur ên desthilata AKP’ê û saziyên di bin fermana AKP’ê de mane.  
 
Bîrlîk di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ew ê hemû astengiyan berteref bikin û wiha got: “Pêşî Enver Barîn, piştre re jî Faruk Îşlek asteng kirin. Lê belê çi bikin bila bikin dê Bedlîs bê namzet nemîne, dê gelê me bê namzet nemine. Em didin bihîstin ku namzetê me yê sêyemîn Nezîr Karabaş demekê hem serokatiya bajêr kiriye demekê jî parlamenterî kiriye. Ji bo gelê me ser xêrê be. Êdî çar namzetên me hene. Em bi çar hevalên xwe re, bi tevahiya gelê xwe re dê şaredariyê bi rê ve bibin. Kîjan astengiyan derbixin bila derbixin, em ê teqez bi ser bikevin.” 
 
‘HER WELATPARÊZ DIKARE BIBE NAMZET’
 
Namzetê DEM Partiyê Mehmet Nezîr Karabaş jî di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Em di dema xwe ya herî zehmet de, di dema ku agir li ser me dihat barandin, dema ku ser bajarên me bombebaran dihat kirin de dîsa jî em man ser piyan û rast sekinîn. Her welatpêrêzek, namzetê şaredariyê ye. Yek ji me biçe, dê yê din were. Nêzîkî 40 sal in ku wek çalak siyasetê dikim. Dema ku me hêzê ji we girt em bi ser ketin. Îro jî em ê bi we re bi ser bikevin. Nêzî 40 sal in wek çalak siyasetê dikim. Yên ku dikanên wan hatine xerakirin, yên ku rastî neheqiyê hatine, jin, ciwan dê dengê xwe bidin me.”
 
‘4 NAMZET HENE’
 
Karabaş axaftina xwe wiha qedand: "Her partî bi namzetekê ve dikeve hilbijartinê. Pargala me ya hevserokatiyê heye. Ji ber nîviya civakê jin e, pêdivî bi temsîliyeta wekhev heye. Tevî ku dewlet me asteng kir û darizand jî me di vê mijarê de israra xwe domand. Ez û namzeta me ya hêja Sumeyye Kizilkaya namzetên hevşaredariyê ne. Ji îro heya hilbijartinê em wek Kizilkaya, Barîn û Îşlek dê bi hêza ji we girtiye heye hilbijartinê şev û roj bixebitin. Em ê şaredariyê bi we re bi ser kevin.”