Bakirhan: Dep li DEM’ê, DEM jî li Depê tê

XARPÊT - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li bajarê Mazlum Dogan Depê axivî û wiha got: “Ji bo ku Tirkiye bikare bêhnekî fireh bigire divê pirsgirêka kurd ne bi rêya çekan lê bi rêya guftûgo û muzakereyan were çareserkirin.” 

 
Hevdîtinên bi gel re ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Depê ya Xarpêtê berdewam kir. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, parlamenter Ayten Kordu û Omer Faruk Hulaku, namzetên hevşaredariyê yên Xarpêtê Hayrettîn Kaya û Songul Cengîz, namzetên hevşaredariyê yên Sarconê Ayten Alagoz û Îsmaîl Koç û namzetên Depê Songul Duzgun û Cafer Ogur jî tev li hevdîtinê bûn. Di hevdîtinê de Dayikên Aştiyê li herî pêş bûn û bi hezaran kes tev li bûn. Di hevdîtinê de peyama “Dê li xaka Mazlum Dogan DEM bi ser keve” hate dayîn. 
 
Bername, bi danasîna namzetên hevşaredariyê dest pê kir û bi axaftina Tuncer Bakirhan berdewam kir. Bakirhan, girîngiya Depê ya di dîroka azadiyê ya gelê kurd de vegot û wiha got: “Gelê kurd, dê bersiva herî baş di 31’ê Adarê de bi kesên wan red dikin û li îradeya wan qeyûman tayîn dikin. Dê feraseta şaredarvaniyê ya AKP’ê di sindoqê de têk bibe.” 
 
BAL KIŞAND SER MUZAKERE Û GUFTÛGOYÊ
 
Bi domdarî Bakirhan anî ziman ku îktîdar ne tenê dijminatiyê li ziman û çanda kurdî, her wiha dijminatiyê li aboriya gelê kurd jî dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Tirkiyeyê bajarên herî xizan bajarên kurdan e. Dibêjin ku bila kurd li cihê jê ji dayik bûne pariyê nanê xwe û kar peyda nekin. Naxwazin zarokên kurdan bixwînin û hewl didin bixin nav tora tiryakê. Gelo em ê wan kesên dijminatiyê li me dikin di 31’ê adarê de têk bibin? Ji bo dijminatiya li dijî kurdan aborî ber bi karesatê ve birin. Ji bo gelê kurd bi zimanê xwe neaxive, gelên Tirkiyeyê xizantir kirin. Ji bo Tirkiye bikare bêhnekî bistîne, divê pirsgirêka kurd ne bi rêya çekan lê bi rêya guftûgo û muzakereyan bê çareserkirin.” 
 
‘DÊ GELÊN TIRKIYEYÊ ZILMÊ BI DAWÎ BIKIN’ 
 
Di berdewama axafina xwe de Bakirhan got; “gelo ma ev qet di ferqê de nînin bê ka xizan çi dijîn?” û wiha pê de çû: “Milet nikare zarokên xwe bide xwendin, nikare nan bibe malê, nikare şîr bibe. Lê radibe dibêje ‘em ji sedî 4 û nîv mezintir bûn.’ Ez ji we dipirsim; gelo dahata we ji sedî 4 û nîv mezintir bû? Qala dewlemendên li dora qesrê dike. Van, aborî têk birin. Di mijara nelirêtiyê de tu kes bi ser wan nakeve. Heke em bibin îktîdar dê li vî welatî tu kes birçî nebîne. Em ê li vî welatî bi xwişk-biratî bijîn. Dema em bûn îktîdar dê girtîgehên vî welatî bibin muze. Dê febrîqe hebin. Dê ev pergal rojekê îflas bike. Heke li welatekî serokkomar bi çêkirina girtîgehan pesnê xwe bide, bizanin ku li wir ne azadî ne jî demokrasî heye. Li wir zilm heye. Pesnê xwe bi girtîgehan didin. Ev zilm heta hetayê na dome, dê rojekê gelên Tirkiyeyê dawî li vê zilmê bînin. 
 
DEP LI DEMÊ, DEM JÎ LI DEPÊ TÊ 
 
Van li ku derê şaredarî bi dest xistibin, di tevahiya wan de bêusûlî û rant heye. Serê wan li sicdeyê, berê destê wan li asîman vekirî ye lê aqilê wan li ser hîle û heram e... Ji xwe re dibêjin misilman lê ma li Şaredariya Depê ji bilî xizmên wan kesek dikare bikeve şaredariyê? Gelo ma dînekî wiha heye? Ji bo ku em bi awayekî wekhev xizmetê ji bo her kesî bikin tên. Navê partiya me ya ewil DEP bû. Ji wê DEP’ê em hatin DEM’ê. Dep li DEM’ê û DEM jî li DEP’ê tê. Banga min ji bo depiyên li Ewropayê dijîn ev e; heke hûn bixwazin gelê kurd bi zimanê dayikê biaxive, wê demê ji bo mehekê werin li Depê bijîn. Dem dema kurda ye.”
 
Bakirhan piştre jî çû Dêrsimê.