Namzetên DEM Partiyê yên Colemêrgê: Em ê bi rêjeyeke baştir bi ser kevin

COLEMÊRG - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Colemêrgê destnîşan kirin ku ew ê li dijî xespkirina qeyûmê duyem, bi dengeke baştirîn bi ser bikevin û wiha gotin: “Dê Colemêrg hemû listikên AKP’ê vala derbixe.” 
 
Tevî veguhestina bi hezaran “hilbijêran" jî AKP'ê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên di sala 2019’an de nekarî Şaredariya Colemêrgê bi dest bixe û li ser vê yekê di 18’ê cotmeha 2019’an de cara duyem qeyûm tayîn kir. Li Colemêrga ku AKP cara duyem qeyûm lê tayîn kiriye, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi Viyan Tekçe û Mehmet Siddik Akiş dikeve hilbijartinê. Partî hedef dike ku bi ser rêjeya ji sedî 80'ê deng bistîne û amadekariyên xwe jî li gorî vê dike.  
 
'EM Ê NAVENDÊN JIN Û ÇANDÊ VEKIN'
 
Namzeta DEM Partiyê Viyan Tekçe di sala 1995’an de ji dayik bûye. Tekçe, zewicî ye û zarokek wê heye. Tekçe, bi hevserokatiya Partiya Çepên Kesk dest bi siyasetê kir. Tekçe, destnîşan kir ku ew ê li dijî polîtîkayên qeyûm, feraseta rêveberina şaredariya ji bo gel pêş bixin û ev tişt anî ziman: "Em ê şaredariyê bi awayekî şefaf û li gel gelê xwe birêve bibin. Karê me dê xizmetkirina gel be.” Tekçe, da zanîn ku dê saziyên bi destê qeyûm hatine girtin ên weke Navenda Piştevaniya Jinê ya Binevşê û Navenda Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran dê dîsa vekin û wiha dirêjî da axaftian xwe: “Em ê saziyên xwe dîsa vekin û têxin xizmeta gel. Ji bo îstîhdama jinan em ê xwaringehên bajêr ava bikin. Dê proje û armanca me ser xebatên jin û ciwanan bin.”  
 
'AKP NIKARE ÎRADEYA GEL BI PEREYAN BISTÎNE'
 
Di berdewama axaftina xwe de Tekçe da zanîn ku li dijî texrîbata qeyûm daye bajêr ew ê şaredariya demokratîk bi pêş bixin. Tekçe, diyar kir ku namzetê AKP’î bi bikaranîna saziyên cemaweriyê, bi belavkirina pereyan re dê nikaribe îredeya gel bikire û wiha derbirî: “Gelê Colemêrgê gelekî polîtîk û xwedî îrade ye. Gelê me di demên herî zehmet de jî vîna xwe pir zelalî nîşan daye. Dê gelê me wekî her car biçe ser sindoqê û bersiva pêwîst bide kesên pêwîst.” 
 
TÊKOŞÎNA AKIŞ A 33 SALAN
 
Namzetê Hevserokatiyê Mehmet Siddik Akiş jî di sala 1970’ê de li gundê Marûfan ê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê ji dayik bû. Ji ber gundê wan di salên 1980-90’an hate şewitandin, koçî navenda Colemêrgê kir. Akiş, li Colemêrgê xwend û di sala 1992’yan de di 22 saliya xwe de ket rêveberiya rêxistina Partiya Kedê ya Gel (HEP) a Colemêrgê. Piştî HEP hate girtin di Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) de rêveberî kir. Dema HADEP jî hatiye girtin, Akiş îcar di Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de ji ewil serokatî piştre hevserokatî kir, di Partiya Herêmên Demokratîk de jî wek endamê Meclisa Giştî ya Bajêr xebatên xwe domand. Akiş, di têkoşîna xwe ya 33 salan de gelek caran hate binçavkirin û bi giştî 8 salan jî di girtîgehê de ma. 
 
‘DÊ PROJE BI DENGDAYINA GEL TÊKEVIN MERIYETÊ’
 
Akiş, da zanîn ku li dijî valakirinên gundan, cînayetên kiryarnediyar û ji bo bidawîkirina pevçûnan û avakirina aştiyê ketiye qada siyaseta çalak û wiha got: “Li ser partiya me her ku diçe zext zêde dibin. Taybetî ji bo ji li dijî polîtîkayên qeyûm re bibim bersiv bûme namzet. Soza me ya ji bo gelê me ew e ku em ê vê peywirê re bibin bersiv. Em ê ewilî bi pêşengtiya ciwanan li taxan meclisên gel ava bikin. Em ê bi referandûma gel projeyên xwe têxin meriyetê û şaredariyeke demokratîk û gelparêz ava bikin.” 
 
‘NIKARIN BI LÎSTIKÊN QIRÊJÎ GEL BIXAPÎNIN’
 
Akiş, di dirêjiya axaftina xwe de anî ziman ku AKP nikare gelê Colemêrgê bi lîstikan bixapîne û bi bîr xist ku gelê Colemêrgê ji hêla dîrok û çanda xwe ve polîtîk bûye û wiha pê de çû: "Qeyûm derfet û pere belav kirin lê belê gelê Colemêrgê bala xwe neda vana û xwedî li îradeya xwe derket. Gel dizane bê ka feraseta qeyûm çi ye. Di têgihiştina qeyûm de xizmeta ji bo gel nîn e.”
 
‘EM Ê YA HATIYE XESPKIRIN BISTÎNIN’
 
Akiş, da zanîn ku ew ê di bê hilbijartinê de dengeke baştirîn bistînin û der barê polîtîkayên qeyûm de wiha derbirî: "Xelkê Colemêrgê şebekeya avê ya di sala 1999’an de ji hêla Huseyîn Yavûz û Fadil Bedîrhanoglû yê DTP’î ve hatiyê kişandin, bikar tîne. Qeyûm yek şebeke li ser zêde nekiriye. Cihê seyrangehê yê Keleha Bayê niha bi destê qeyûman bûye cihê leşkeriyê. Ev jî têr nekiriye dîrok, çand, ziman, huner û bajarê gel xesp kiriye. Em ê ya ji me haitye stendin wergirin û têxin zîmeta gelê xwe. Em 7-8 malên şînê çêkin. Dê qadên jiyanê li rex û jêrebûhûran li ser rêya hawîrdorê çêbikin. Em ê pirsgirêka avê çareser bikin û ji bo zarok û malbatan qadên şînkahî zêde bikin.” 
 
‘RÊVEBIRINA DEMOKRATÎK Û ZELAL’
 
Di dawiya axaftina xwe de Akiş ev tişt gotin: “Em ê di her mijarê de ji gelê xwe re zelal bin. Bila dile her kesê rehet be. Em ê bi feraseta demokratîk û zalal bajarê xwe bi rê ve bibin. Em ê daxwaz û pêdiviyên gelê xwe bidin ber çavan û dê her projeyeke xwe ji bo dengdayînê pêşkeşî gelê xwe bikin û têxin meriyetê.” 
 
MA / Mazlum Engîndenîz