Bakirhan: Ji bo rojên geş hindik ma

XARPÊT - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişand ser tayînkirina qeyûman û got ku ji bo wegirtina mafên hatine xespkirin tenê 27 roj man e. Bakirhan, ev tişt anî ziman: “Ji bo rojên xweş û geş hindik ma.” 

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de dê li Dêrsim û Xarpêtê tev li bernameyan bibe. Rawestgeha Bakirhan a ewil bajarokê Sarcon ê navçeya Depê ya Xarpêtê bû. Bakirhan li vir tev li hevdîtina gel bû. Parlamenterên DEM Partiyê Ayten Kordu û Omer Faruk Hulaku û namzetên şaredariyê yên Xarpêtê Hayrettîn Kaya û Songul Cengîz, namzetên hevşaredariyê yên Sarconê Ayten Alagoz û Îsmaîl Koç, namzetên hevşaredariyê yên Depê Songul Duzgun û Cafer Ogur jî tev li hevdîtinê bûn. 
 
Bakirhan û şandeya pê re di ketina navçeyê de bi dahol û zirneyan hatin pêşwazîkirin. Girse bi konvoyeke ji sedan wesayîtan pêk dihat hate pêşiya buroya hilbijartinê ya bajarokê û li vir bi gel re govend gerand. Di hevdîtinê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. 
 
Qada hevdîtinê bi flamayên DEM Partiyê hatibû xemilandin û Bakirhan bang li gel kir. Bakirhan, wiha got: “Hilbijartina 31’ê Adarê di navbera gelê me yê ku nikare bi kêmtirîn mûçeyê debara xwe bike û tifaqa JÎTEM’ê de tê lidarxistin. Em kurd in, em elewî ne, em jin in, em ciwan in û heke em bixwazin li cihê em lê dijîn debara xwe bikin û kar peyda bikin, divê em dengê xwe bidin DEM Partiyê. Bi wê hêviyê me ku em Sarconê bi rêjeyeke bilind bi ser kevin. Qeyûm beg hate tayînkirin lê ma çi xizmet kirine? Gelo ma pêdiviyên we pêşwazî kir? Na. Ji bo çand û zimanê we çi pratîk kir? Tu tiştek. Dixwaze şaredariyê deyndar bike û piştre dema ji vir çû jî jiyana xwe bi bêusûliyan bidomîne. Gelo ma dê xelkê Sarconê destûrê bide xesp, nelêrtî û diziyê? Tu kesê ji xwe re dibêje mirov dê vê yekê erê neke. Divê em bi rêjeyeke bilindtir bi ser kevin.” 
 
‘JI BO ROJÊN GEŞ KÊMEK DEM MA’
 
Bi domdarî Bakirhan ev tişt anî ziman: “Em ê wan kesên Seyîd Riza û Şêx Seîdan tune dihesibînin, wan kesên ciwanên me dixin tora tiryakê, em ê vê zîhniyetê di 31’ê Adarê de di sindoqan de têk bibin. Em ê hewl bidin hêjayî xelkê Sarconê yê birûmet û egîd bin. Rêya me dûr e. Şeva 31’ê Adarê li tevahiya gelê Kurdistanê, gelê me û li elewiyan bi xêr be. Dê xelkê Sarconê rêhevalên xwe hilbijêre. Ji bo rojên xweş û geş kêmek dem ma. Di 1’ê nîsanê de em ê li rojên demokratîk hişyar bibin.” 
 
Bakirhan û şandeya pê re piştre jî ji bo tev li hevdîtina bi gel re ya navçeya Depê bi rê ketin.