Namzetên hevşaredariyê navçe bi navçe, gund bi gund hedefên xwe vedibêjin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê navçe bi navçe, gund bi gund digerin û hedefên xwe vedibêjin. 

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de lez da xebatên xwe. Li gelek bajaran çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin. 
 
EDENE 
 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a Şaredariya Seyhanê danezana xwe ya têkildarî bajar eşkere kir. Bi sedan kes tev li bernameyê bûn. Di bernameya bicoş de heta demekî dirêj govend hate gerandin. Hevserokê DEM Partiyê yê DEM Partiyê Seyfettîn Aydemîr got ku dê kesên wan tune dihesibînin bidin windakirin. Piştre jî kesên li bajar weke namzetên hevşaredariyê hatine nîşandan hatin danasîn. 
 
Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Edeneyê Arîfe Çinar xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdu ku di sala 2014’an de ji hêla DAIŞ’ê ve hate qetilkirin bi bîr anî û silav ji siyasetmedarên jin ên girtî re şand. Çinar, diyar kir ku dê bi ser kevin.  
Namzetê hevşaredariyê yê Bajarê Mezin a Edeneyê Mahfuz Guleryuz jî anî ziman ku ew bi berpirsyartiyeke mezin xebatên xwe didomînin û wiha got: “Berê her kesî li DEM Partiyê ye. Hemû kes li ser me hesaban dikin. Em ji bo serkeftinê hatin Edeneyê. Em ê di 1’ê nîsanê de li  Edeneyê govenda serkeftinê bigerînin.” 
 
DANEZANA HILBIJARTINÊ
 
Piştre jî namzetên hevşaredariyan derketin ser dikê û projeyên xwe parve kirin. Çendek sernavên derketin pêş wiha ne: 
 
“* Mîna li her devera welêt em ê li Edeneyê jî hevşaredartiyê û nûnertiya wekhev belav bikin û mezintir bikin. 
 
* Em ê Edeneyê ji cihêkarî, newekhevî û zayendperestiyê xelas bikin. 
 
* Em di ferqa zîhniyeta ku li Edeneyê ciwanan bêkar û bêhêvî dihêle de ne. Em ê pirsgirêka cihê mayînê ya ciwanan çareser bikin. Dê li dijî bendîbûna tiryakê ya ciwanan têbikoşin. 
 
* Em ê xizmeta veguhestinê ya komelî ya biewle û ekolojîk belav bikin. Em ê Edeneyeke aştiyane ava bikin, jiyana hemû zindiyên tê de biparêzin, bi aboriyeke beşdariyê demokrasiya herêmî mezin bikin. Dê li Edeneyê heqê her kesî hebe ku avê peyda bike, dê di xizmetê de dawî li cihêkariyê bînin, dê bajarê kedê bi kedkarên bajêr re ava bikin, dê ji bo astengdaran, kal û pîran û teqawidan jiyaneke nû ava bikin. 
 
* Em azadî û wekheviya baweriyan diparêzin. 
 
* Dê şaredarvaniya pirzimanî bixin meriyetê. 
 
* Em ê dewlemendiya xwe ya çandî di hemû rêveberiyên herêmî de bidin jiyîn.” 
 
ENQERE 
 
 
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Çankayayê Turkan Demîr û Tanju Gunduzalp li kolanên Bazara Ayranciyê û Çankayayê belavokên hilbijartinê belav kirin. Piştre jî li pêşiya Şaredariya Çankayayê daxuyanî dan. Namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Bajarê Mezin a Enqereyê Ozturk Turkdogan jî tev li daxuyaniyê bû. Bi daxuyaniyê re li bajêr starta hilbjartinê hate dayîn. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Fatîn Kanat got ku ew ji bo Şaredariya Bajarê Mezin û navçeyên wê xwedî îdia ne. 
 
Turkdogan jî wiha got: “Êdî dema wê hatiye ku DEM Partî feraseta rêveberiyên herêmî ya DEM Partiyê bibîne. Weke hevala me Gultanê (Kişanak) gotibû; em ji bo avakirina pirên aştiya civakî yên di navbera Amed û Enqereyê de tên. Di vê kampanyaya hilbijartinê de em ê tişta herî zêde pêdiviya Tirkiyeyê pê heye, anku li ser aştiyê biaxivin. Em ê nîşan bidin bê ka Tirkiye dikare çawa ji krîza aborî xelas bibe. Em li Enqereyê vebijêrkeke çep, çepgir û sosyalîst pêşkeş dikin.”