Tifaqa Dêrsimê namzetên xwe dan nasîn: Em ê bi hev re serbikevin!

img
DÊRSIM - Pêkhateyên Tifaqa Dêrsimê ji bo hilbijartinên herêmî namzetên xwe yên navenda bajêr û navçeyan dan nasîn. Di danasînê de ev peyam hate dayîn: “Dêrsim em in, em ê bi hev re serbikevin.
 
Tifaqa Dêrsimê ku di nav de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Partiya Kedê (EMEP), Eniya Ked û Azadiyê (EOC), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partîzan hene, ji bo hilbijarinên herêmî yên 31’ê adarê, namzetên xwe bi çalakiyekê da nasîn. 
 
Çalakî di Qada Seyîd Riza de hat lidarxistin û pankarta “Dêrsim em in, em ê bi hev re bi ser bikevin” hate vekirin. Tevî parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordû, gelek nûnerên saziyên sivîl tev li çalakiyê bûn. 
 
‘LI DIJÎ ZORDARIYÊ ME PIŞTA XWE DA HEV’
 
Di çalakiyê de endamê Komîsyona Hilbijartinê ya DEM Partiyê Ozcan Ateş axivî û got: “Îro ji ber hilbijarinên herêmî em hatin bahev. Em di navend û navçeyên Dêrsimê de wek tifaq dikevin hilbijarinê. Me li dijî zordariyê pişta xwe da hev. Em ji bo nasname, ziman, bawerî û xwezaya xwe bi hev re ne. Em bi hev re bixebitin û di vê hilbijartinê de bi ser bikevin.” 
 
NUNERÊ SMF’Ê: EM Ê DERSIMÊ RADESTÎ PAŞVERÛTIYÊ NEKIN
 
Piştre nûnerên pêkhateyê mafê axaftinê girtin. Endamê Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya SMF’ê Mahîr Gurz destnîşan kir ku desthilata AKP û MHP’ê bi êrişên dijwar berê xwe daye dînamîkên civakê û wiha axivî: Roj nîn e ku êriş li dijî kesên ji bo gel, ked, xweza û ji bo jinê têdikoşin pêk neyê. Dehan rêhevalên me hatin binçavkirin û girtin. Dê tu binçavkirin û girtin îradeya şoreşgeran teslîm negire. Dê ev êriş bi îrade û têkoşîna Dêrsimê têk biçin. Şopa komînîst û welatpêrêzan ser vê erdnîqeriyê heye.  Em ê Dêrsimê teslîmî paşverûtiyê nekin.”
EMEP: DERSIM KED E
 
Serokê EMEP’ê yê Dêrsimê Ergîn Tekîn jî bal kişand ser girîngiya têkoşînê û wiha got: “Dêrsim ked e, Dêrsim Sîhenk e, Bazik e, Alîbaba ye. Dêrsim jinên ku di 8’ê Adarê de qadan tije dikin e. Li dijî talanê gelê me yê têdikoşe ye. Dêrsim em in.” 
 
‘AVA ME BAWERIYA ME YEK E’
 
Hevseroka DEM Partiyê yê Dêrsimê Asma Ataş bi zaravayê kirmanckî axivî û ev tişt anî ziman: Li ser vê axê gelek can hatin dayîn. Divê em ji bo xwedî li wan derbikevin, biparêzin; xwedî li xweza, nasname û baweriya xwe derbikevin bibin yek. Ava me baweriya me yek e.” 
 
‘BAWERÎ Û NASNAMEYA ME DI BIN ZEXTÊ DE YE’
 
Cîgira Hevserokên Giştî yên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran axivî û wiha got: “Wek gelê kurd, qizilbaş, elewî baweriya me, nasnameya me di bin zextê de ye. Li dijî vê derpêçê ji yekitiyê bêhtir tu riya me nîn e. Em bi xwe, bi hev bawer bin. Serkeftin.”  
 
‘EM Ê JINÛVE VÎ BAJARÎ AVA BIKIN’
 
Piştî axaftinan hevserokên Tifaqê bi nûnerên partiyên siyasî re gel silav kirin. Namzeta Hevşaredariya Dêrsimê Bîrsen Orhan axivî û ev tişt gotin: “Zimanê me hebûna me ye. Em ê vî bajarî jinûve ava bikin. Em ê bi tevahiya hêzên xwe ve govanda azadiyê bigerînin. Dê DEM were, dewran vegere.”
 
Namzetê Hevşaredariyê Cevdet Konak jî destnîşan kir ku ew ê di pêvajoya zehmet de ji pirsgirêkên Dêrsimê re bibin bersiv û got: “Me tevahiya nêrîn û rexneyên gelê xwe girtin. Ser ser û çavê me. Em ê vî bajarî bi we re bi rê ve bibin.”
 
Çalakî bi stranên hunermend Mazlûm Buyuktaş bi dawî bû.