DEM Partiya ku dixwaze Qereçobanê di destê xwe de bihêle ji hilbijartinê re amade ye

img
ERZIROM - DEM Partî ya dixwaze Şaredariya Qereçobanê ya ku yek ji şaredariyên qeyum tayînî wê nehatiye kirin careke din bi dest bixe, bi namzetên nîşan dane ji hilbijartinê re amade ye. Namzetên hevşaredariyê Zelal Yîgît û Kazim Erhan diyar kirin ku bi proje û xebatên dane pêşiya xwe, dixwazin navçeyê di warê çandinî û bazirganiya ajalan de bikin navendeke taybet.
 
Şaredariya Qereçobanê ya Erziromê ku yek ji şaredariyên HDP'ê di hilbijartinên 2019’an de bi dest xistibû û qeyûm tayînî wê nehatiye kirine tevî gelek astengiyan 5 salan xebatên girîng meşandiye. Aboriya navçeya Qereçobanê ya ku ji navenda Erziromê gelekî dûr e li ser bazirganiya ajalan û çandiniyê ye.
 
DEM Partiya ku ji tevgera siyasî ya kurd tê li navçeya ku herî zêde deng bi dest xistine, ji bo hilbijartinên şaredariyê yên di 31’ê Adarê de Zelal Yîgît û Kazim Erhan weke namzetên hevşaredariyê nîşan dan.
 
Yek ji namzeta hevşaredariyê Zelal Yîgît di 2004’an de hatiye dinê. Dibistana seretayî û navendî li Qereçobanê qedand û hina weke şagirt li beşa Xizmetên Civakî ya Zanîngeha Ataturkê dixwîne.
 
Namzetê din ê hevşaredariyê Kazim Erhan jî di sala 1977’an de li Qereçobanê ji dayik bûye. Dibistana seretayî û navendî li Qereçobanê qedandiye û rêveberiya giştî xwendiye.
 
‘EM DIXWAZIN XIZMETÊN XWE BIDOMININ’
 
Namzetê hevşaredariyê Kazim Erhan anî ziman ku erdnîgariya ku lê dijîn ji pêşketînê re vekiriye û wiha got: “Navçeya Qereçobanê ji navenda bajêr gelekî dûr e û cîranê navendên sînorê bajaran e. Bi vî cihê stratejik ji pêşketinan re vekiriye. Em baş dizanin ku vê navçeyê di bin rêveberiya partiyên ji kevneşopiya DEM Partiyê hatine kariye xizmetê wergire. Rê û sikakên digihê navenda bajêr di dema me de xizmetek baş wergirtiye. Em jî dixwazin vê xebatê bidomînin.”   
 
EW Ê KÎJAN PROJEYAN PÊK BÎNIN?
 
Erhan ê bi taybetî behsa projeyên li ser ciwanan kir, bi lêv kir ku gelek ciwan ji ber bêderfetbûnê xwendina xwe nîvco dihêlin, dixwazin bi dawî bikin û wiha domand: “Ciwan hebûna me ne. Ji bo ciwanên xwe em ê pirtukxaneyan damezrînin û ji bo ji zanîngehê re amade bibin alîkar bin. Em ê van xebatan bê pere bikin. Qursên zimanê kurdî em ê vekin û bi awayekî akademîk em ê xebatên zimanê kurdî bimeşînin.”
 
Erhan diyar kir ku dê di heman demê de ji bo cotkaran û xebatên wan projeyan têxin merîyetê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo cotkarên me bigihên amûrên çandiniyê em ê derfetan amade bikin. Niha şaredariya me xizmeta nanpêjiyê ya gel dike. Li navçeya me ji bo nanpêjiyê genim tê hilberîn. Di vî warî de em ê li ser pêşveçûna cotkariyê hîn bêhtir hûr û kûr bibin û bixebitin.” 
 
‘QEREÇOBAN EW Ê BIBE NAVENDEK’
 
Erhan, destnîşan kir ku ji bo navçeyê kêmaniya herî mezin qada pîşesaziyê ye û anî ziman ku dê bi gel û karsazan re bên gelhev û qada pîşesaziyê ava bikin. Erhan got ku dê bi taybetî jî bi şaredariyên Qereyazî, Tatos û Xinûsê re bên gel hev û bi wan re tesîsa kevirên hevgirtî, qîra germ ya rê û bazara bazirganiyê ya ajalan damezrînin û Qereçobanê bikin navendek.
 
YÎGÎT: EM Ê GELÊ XWE NEDIN ŞERMÊ 
 
Namzeta din a hevşaredariyê Zelal Yîgîtê jî diyar kir ku peywirê bigirin dê bi awayekî wekhevî rêveberiyê bigirindest û bimeşin. Zelalê anî ziman ku ji bo îstîhdama jinan jî dê koperatîfên jinan damezrînin û wiha berdewam kir: “Bi vê rêyê him wê jin kar bikin û him jî wê dahatekê bi dest bixe. Gava ku em şaredariyê bi dest bixin dê gelek projeyan têxin merîyetê û gelê xwe nedin şermê.”