Namzetê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin: Em ê vîna xwe ji wan bistînin

img
DÊRSİM - Orhan Çelebî yê dema Hevşaredarê Bajaroka Periyê bû qeyûm tayinî şûna wî hat kirin û niha careke din ji DEM Partiyê bû namzet, got ku ew ji bo vîna xwe ya hatiye xespkirin wergirin bi rê ketine. 
 
Bajarokê Periyê yê navçeya Mazgirtê ya Dêrsimê jî para xwe ji polîtîkayên qeyûman ên desthilata AKP'ê girtin. Ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Huseyîn Çetînkaya ku yekem car piştî hilbijartinên 2014’an dest bi kar kir, di 12’ê Gulana 2017’an de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hatibû girtin. Li şûna wî Qeymeqamê Mazgirtê Kenan Aktaş hatibû tayînkirin. Di hilbijartinên 2019'an de Orhan Çelebî bi dengê gel hat hilbijartin, lê tenê 7 mehan li se rkar me û 13'ê Mijdara 2019'an bi hinceta "propagandaya rêxistinê kiriye" ji wezîfeyê hat girtin û li şûna wî qeyûm hat tayînkirin.
 
Piştre jî qeyûmê ku li şûna Orhan Çelebî hatibû tayînkirin, ji ber dosyeya "cemaetê" ji peywirê hat girtin. Qeyûmê şi şûna wî hat jî, bi gendeliyê navê wî derket, li Wezareta Karên Derve li wezîfeyeke din hat bicihkirin. Qeyûmê heyî yê Periyê jî tê gotin tayina wî çêbûye û piştî hilbijartinan dê ji bajêr biçe. 
 
DEST JI TÊKOŞÎNA LI DIJÎ QEYÛM BERNEDA
 
Kayyımların gölgesinde beldesi için çalışmalarına devam eden Orhan Çelebi ise, görevden alındıktan sonra beldesinde tarıma odaklandı ve ay çekirdeği, kuru fasulye, susam ve nohut gibi birçok ürünün ekiminin yapıldığı Elmalık Tarımsal Kalkınma Kooperatifi'nin 132 üyesinden biri olarak gönüllü danışmanlık yapmaya başladı. Çelebi’nin başkan olarak seçilmesinin ardından kurumsal bir yapıya bürünen kooperatifte, çiftçiler ürettikleri ürünleri Türkiye genelindeki tüketicilerle buluşturmaya başladı.
 
Orhan Çelebî ku xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê didomîne, ji roja ji kar hatiye girtin heya niha li bajaroka xwe li ser çandiniyê hûr bûye û ji 132 endamên Kooperatîfa Pêşxistina Çandiniyê ya Elmalikê ye. Gava Çelebî bû şaredar sazûmaniya kooperatîfê xurt bûbû û berhemên wê li seranserê Tirkiyeyê hatibûn belavkirin. 
 
Çelebî di 14’ê Tîrmeha 2023’yan de di operasyona li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) de hatibû girtin û di 11’ê Tebaxa 2023’yan de ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê hatibû berdan. Lê belê li ser îtîraza dozgeriyê Çelebî di 23'yê Tebaxê de careke din hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Edîrneyê û di 21'ê Îlona 2023'yan de careke din hatibû berdan.
 
DIXWAZE PROJEYÊN NÎVCOMAYÎ TEMAM BIKE
 
Çelebî dema 7 mehan li ser şaredariyê mabû, pêşengiya gelek projeyan kiribû. Niha jî ji bo projeyên xwe yên ji ber tayinkirina qeyûm nîvcomayî temam bike, careke din ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bû namzetê hevşaredariyê yê Periyê. 
 
Em têkildarî hilbijartina 31'ê Adarê bi namzetên Hevşaredariyê yên Periyê Naciye Aslan û Orhan Çelebî re axivîn. 
 
‘EM Ê KOOPERATÎFÊN JINAN AVA BIKIN'
 
Naciye Aslan diyar kir ku di sektora tekstîlê ya ku lê dixebitî de bûye şahidê pirsgirêkên jinan û wiha got: “Ez jî bi heman zehmetiyan re rû bi rû mam. Jin hem di jiyana xwe ya xebatê de hem jî di jiyana xwe ya rojane de bi zextên mêran re rû bi rû dimînin. Bi taybet jî li Periyê bi sîstema xwe ya hevserokatiyê em ê ji vê pirsgirêkê re çareseriyan peyda bikin. Ji bo partiya me Partiya DEM’ê pêwîst e ku jin wekî ferd di nava civakê de xwe îfade bikin û di hemû qadan de hebin. Em ê bi hevalên xwe yên jin re li 8 taxên bajaroka xwe vê bi dest bixin. Pergala me ya hevserokatiyê ev derfet daye min."
 
Aslan a ku got "em ê kooperatîfên jinan ava bikin" anî ziman ku ji niha ve dest bi amadekariyên projeyên ji bo îstihdamkirina jinan kirine. 
 
'EM BI GELÊ XWE RE DIXEBITIN'
 
Orhan Çelebî ku 34 sal in di nava siyasetê de ye û piştî tayînkirina qeyûman xebatên xwe domandiye jî wiha got: “Di nava van 4 sal û nîvan de em bi gelê xwe re li ser projeyan ku karibin pirsgirêkan çareser bikin dixebitin. Em ji bo vîna me ya hatiye binpêkirin bi dest bixin bi rê ketine." 
 
Çelebî anî ziman ku hiqûqa qeyûman tune ye û wiha got: "Îdiayên 'Çavkaniyên şaredariyê derbasî herêmên din bûne' ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve wekî hincet hat nîşandan, lê heta îro tu hevşaredarên me ji ber vî sûcî nehatine darizandin. Di dosyeyên wan de îdiayên wiha tune bûn. Ji bo îradeya gelê kurd qebûl nekin û wan bitepisînin û van destkeftiyan têxin bin kontrola xwe du heyam in siyaseta qeyûmtiyê bi rê ve dibin." 
 
Çelebî diyar kir ku li bajêr pirsgirêka parkkirinê jî heye û diyar kir ku projeya ku wan amade kiriye û deynê wê li Banka Îllerê hatiye qebûlkirin jî ji aliyê qeyûm ve hatiye betalkirin. Çelebî destnîşan kir ku piştî hilbijartinan ew ê pirsgirêka parkkirinê çareser bikin û her wiha bal kişand ser kêmasî û pirsgirêkên din ên li bajêr û got ku bi taybetî xwendekarên ku ji taxên gundewarî tên û li dibistanên navenda bajêr perwerdehiya dibînin di warê çûnhatinê de bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Çelebî diyar kir ku ev demeke dirêj e bi mamosteyan re hevdîtinan pêk tînin û got: "Em ê di demeke kin de jiyana civakî ya zarokên xwe baştir bikin."
 
‘PÊDIVIYA MIROVAN BI ME HEYE'
 
Çelebî ku got "Em di xebatên xwe yên hilbijartinê de dibînin ku pêwîstiya gel bi me heye" wiha dewam kir: "Kesên ku em ji bo wan dixebitin dixwazin ku em di zûtirîn demê de bên hilbijartin. Em ê xwe nesipêrin tu mazeratan. Em bi pirsgirêkên ku em dikarin bi gelê xwe re û bi hevgirtina wan re çareser bikin dizanin û em ê wan çareser bikin. Tenê bila gel xwedî li vîna xwe ya hatiye desteserkirî derkeve. Em ê Periyeke bedew ava bikin." 
 
MA / Firat Can Arslan