‘Em ê dîwarên di navbera şaredariyê û gel de hatine lêkirin hilweşînin'

img
RIHA - Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Pirsûsê Muslum Baran û Ayten Kaya wiha gotin: "Em tên dîwarên di navbera gel û şaredariyê de hatine çêkirin hilweşînin."
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adara 2024'an de şaredariya Pirsûs a Rihayê cardin ji destê qeyûman derxe, bênavber dixebite. Cara ewil di 11'ê Tebaxa 2016'an de qeyûm tayinî Şaredariya Pirsûsê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hat kirin. Gel piştî 3 salan di 31’ê Adara 2019’an de careke din dengê xwe da Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û şaredariyê bi dest xist. Lê di 15'ê Gulana 2019'an de car din qeyûm tayinî şaredariyê hat kirin. 
 
Namzetên Hevşaredariyê yên Pirsûsê yên DEM Partiyê Muslum Baran û Ayten Kaya, diyar kirin ku bi bariyerên betonî rê li ber gel hatiye girtin ku nikaribin biçin şaredariyê û gotin: "Em tên dîwarên di navbera şaredariyê û gel de hatine avakirin hilweşînin."
 
Baran bi bîr xist ku Şaredarê Pirsûsê Ethem Şahîn di sala 2009'an de di çarçoveya "Doza KCK'ê" de beriya sala 2016'an dema polîtîkayên qeyûman hatin tetbîqkirin, hat girtin û got, "Şaredarê ku bi biryara meclîsê li şûna serokê me yê girtî hatibû hilbijartin jî hate girtin. Wê demê jî îradeya gel gelek caran hate desteserkirin. Şaredariya ku me di sala 2016’an de ji sedî 60 bi dest xist, ji aliyê qeymeqam ve hat desteserkirin. Di sala 2019’an de jî îxracek bi heman rengî pêk hatibû. Hevşaredar Hatîce Çevîk hat girtin û li şûna wê qeyûm hat tayînkirin. Piştî 7 meh binçavkirinê serbest hat berdan û ji hemû darizandinan beraet bû. Lê belê tevî vê yekê jî polîtîkaya qeyûman dewam kir û dîsa nehat îadekirin. Niha em diçin hilbijartineke nû û şaredarî di bin rêveberiya qeyûmê de ye. Eminiyet tê wateya hewldana tinekirina destkeftiyên gel. “Lê belê gel li hemberî hemû tiştên ku hatin kirin çok neda û teslîmî wesayetan nebû.
 
‘QEYÛM WEKÎ SEROKÊ AKP'Ê YÊ NAVÇEYÊ XEBITÎ'
 
Baran anî ziman ku qeyûm ji bo AKP'yiyan dixebitin, ne ji bo gel û wiha got: “Welatiyên li şaredariyê dixebitîn ji kar hatin avêtin û li şûna wan alîgir hatin girtin. Dema ku îhale ji alîgiran re dihat dayîn, rant û gendelî derket holê. Eşkere bû ku Kenan Aktaş ê di sala 2019'an de wekî qeyûm tayînî Pirsûsê hat kirin ji wezîfeyê hat girtin û li şûna wî Alîkarê Waliyê Êlihê Îbrahîm Guneş hat tayînkirin. Qeyûmê nû dema hat dest bi xebatên hilbijartina giştî ya AKP'ê kir. Hemî derfetên şaredarî û qeymeqamtiyê ji bo AKP'ê bi kar anî û nekarî encamên ku dixwestin bi dest bixe. AKP û Erdogan derbeke mezin xwarın. Piştî vê şikestinê, xwestın heyfö jı gel bıstinın. Li cihên ku dengên AKP'ê kêm bûn, bang li serokên dewletê kirin û gef li wan xwarin. Qeyûm wekî serokê navçeya AKP’ê dixebitî. Qeyûmê ku ji hilbijartinên giştî tişta dixwest bi dest nexist, dê di vê hilbijartinê de jî tişta dixwaze bi dest nexe." 
 
Baran anî ziman ku qeyûm ji ber ku gel dengê xwe nedaye AKP'ê havînê navçeyê di nava tozê û zivistanê jî di nava nava heriyê de hiştiye û got: "Dibêjin xebatên binesaziyê hene, lê ev 5 sal in dewam dike. Xebata binesaziyê herêm bi herêm û bêyî kes mexdûr bibe tê çêkirin. Lê havîn be yan zivistan be ferq nake. Ev 12 meh in kuçe û kolan di nava toz û heriyê de ne. Mirov nikarin li kolanan bimeşin. Gava barneke hûr j bibare zarok nikarin biçin dibistanê. Di çapemenîya herêmî û neteweyî de gelek caran ev tişt hatine nivîsandin, lê ji vê re çareserî nehatiye dabînkirin."
 
Baran destnîşan kir ku qeyûm budçeya şaredariyê di nava 11 mehan de xerc kiriye. 
 
‘EM Ê DERIYÊ ŞAREDARIYÊ JI BO GEL VEKIN'
 
Baran anî ziman ku piştî hilbijartinan ew ê şaredariya şefaf wekî prensîb bipejirînin û got: “Em ê rûxandina qeyûman bi belgeyan ji raya giştî re ragihînin. Em ê deyn û hebûnên şaredariyê li ber avahiya şaredariyê daliqînin. Em ê bi gel re şaredariyê bi rê ve bibin, dê tu tiştê veşarî nemînin. Em ê xwe bisipêrin gelê xwe. Ji dema ku qeyûm hatine tayînkirin heya niha welatî ditirsin ku li ber avahiya şaredariyê bimeşin, nakevin hundir. Avahiya şaredariyê bi blokên betonê hatiye çêkirin. Em ê van dîwaran rakin û deriyên şaredariyê ji gel re vekin. Bila gelê me di vê heyama 40 rojî de bi me re be. Em ê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin."
 
‘EM Ê JI NÛ VE YEKÎNEYÊN JINAN VEKIN'
 
Namzeta Hevşaredariyê ya Pirsûsê Ayten Kayayê diyar kir ku yekemîn qadên ku ji aliyê qeyûman ve hatine hedefgirtin, sazî û xizmetên jinan bûne û destnîşan kir ku vekirina yekîneyên jinan ên hatin girtin, di nava xebatên wan de ne. Kayayê bal kişand ser rewşa kolanên bajêr û got: “Jiyana li Pirsûsê ji bo her kesî zehmet e, lê ji bo jinan du qat zehmettir e. Gava em bên em ê tevî gel û jinan van pirsgirêkan çareser bikin."
 
‘QEYÛM JIYANA CIVAKÎ HEDEF GIRT'
 
Kayayê anî ziman ku qeyûman qadên jiyana civakî ji holê rakirine û wiha got: “Niha li navçeyê behsa jiyana civakî nayê kirin. Dema em werin em ê ji bo ciwanên xwe qadên jiyana civakî ava bikin. Beriya qeyûm li navçeyê ji aliyê şaredariyê ve çalakiyên çand û hunerî dihatin lidarxistin. Lê belê qeyûm dawî li vê yekê anî. Em ê xebatên çand û hunerê yên ku bi salan e nehatine kirin ji nû ve bidin destpêkirin. Kooperatîfên me yên ku çavkaniya debar û kar bûn, ji aliyê qeyûm ve hatin girtin. Em ê hemû koperatîfên xwe bi taybetî jî kooperatîfên jinan ji nû ve çalak bikin, da bibin çavkaniya kar. Ji bo ku jinên li malên xwe girtî di her qadên jiyanê de cih bigirin çi ji destê me bê em ê bikin. Dema ku em Pirsûsê bikin warê jiyanê, ciwan wê li navçeyên xwe bijîn û neçin derve. Bi vî awayî em ê pêşî li koçberiyê bigirin."
 
Kayayê diyar kir ku ew ê di hilbijartinên herêmî de bi dengekî rekor werin hilbijartin û wiha got: “Em ê di 1’ê Nîsanê de bi serketinê şiyar bibin. Hêviyên gel ji me hene. Em ê vê hêviyê pûç nekin. Ev serketin wê ya me hemûyan be. Ew ê bi dengekî bilind peyama 'em ê tişta ku ya me ye dîsa bistînin' bê gotin. Gel bi bêsebirî li bendê ye ku qeyûman di sindoqan de binax bike." 
 
MA / Emrûllah Acar