Bûcak û Hatûn bi nûnerên rêxistinên sivîl re hatin bahev

img
AMED - Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Amede yên DEM Partiyê Serra Bûcak û Dogan Hatûn bi nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî yên bajêr re hatin behav. Namzetên hevşaredariyê girîngiya xebata bi hev re ya ji bo jêbirina texrîbata qeyûman a 8 salan destnîşan kir.
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê beriya hilbijartinên herêmî di komxebata hate lidarxistin de bi nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî re hate bahev. Gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî tev li komxebata ku bi serenavê “Bi hev re; mil bi mil” li oteleke li bajêr hate lidarxistin bûn. 
 
Namzetên Hêvşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn jî di komxebatê de cih girtin. Di komxebatê de ewilî Hevşaredarê Peyasê Necatî Pîrîncçîoglû yê qeyûm tayînî şûna wî hate kirin axivî. 
 
Pîrîncçîoglu diyar kir ku ew dixwazin bi van hevdîtinan re nêrîn û pêşniyarên rêxistinên sivîl ên civakî yên li ser çawaniya rêvebirina şaredariyan û divê çi bê kirin guhdar bikin û destnîşan kir ku ev yek destpêkek e.
 
‘EM HER BIRYARA TÊKILDARÎ AMEDÊ BI HEV RE NÎQAŞ BIKIN’ 
 
Yek ji Komîsyona Amadekariyê ya Beyannameya Bajêr a Amedê Rojda Yildiz jî diyar kir ku xebatên tevgera siyasî ya kurd a ji sala 1999’an û vir ve di rêveberiyên herêmî de tê meşandin, ji bo ji nû ve avakirina jiyana kolektîf a çandî ya ji hezaran salan pêk tê ye.
 
Yildiz, qala girîngiya jiyana bi hev re kir û wiha got: “Di dema afirandina jiyaneke nû ya li ser hilweşandina qeyûman de, pirsgirêkeke me heye ku em çawa dikarin vê bi rêxistin bikin. Lewma ev kar ji bo me gelekî girîng e. Ji niha û pê ve em ê her biryareke ku têkildarî Amedê were standin bi hev re nîqaş bikin.”
 
 
BÛCAK: EM Ê DI VÊ RIYÊ DE BI HEV RE BIMEŞIN 
 
Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak jî wiha got: “Em ji bo hem texrîbata qeyûman a 8 salan bi hev re derbas bikin û hem jî pêvajoya jinûve avakirinê bi hev re bimeşînin hatin bahev.”
 
Bûcak, diyar kir ku gelek sedemên siyasî û aborî yên tayînkirina qeyûman a li Kurdistanê hene û ev tişt gotin: “Ev pêvajoya bênasnamekirinê ya bi Sûrê re destpê kir, Sûr guherî, xera kir û piştre xwest derbasî herêmên din ên bajêr bibe, ev têgihiştina ji aliyê dewletê ve tê meşandin encax bi hev re û bi hevgirtinê dikare bê avakirin. Ev rê rêyeke ku me bi hev re avakiriye ye. Di vê rêyê de em ê 5 salên di pêşiya me de bi hev re bimeşin. Bila rêya me hemûyan vekirî be.”
 
‘BI TEVLIBÛNA RÊXISTINÊN SIVÎL POLÎTÎKAYÊN ENCAMGIR DIKARIN BÊN HILBERANDIN’
 
Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn jî anî ziman ku encax di rewşeke ku rêxistinên sivîl ên civakî tev li bibin de polîtîkayên encamgir dikarin bên hilberandin.
 
Hatûn, anî ziman ku pêşniyarên di civînê de bên kirin dema hatin hilbijartin dê yek bi yek bi cih bînin û bişopînin û wiha axivî: “Li vî bajarî divê ewilî li ser xebatên ziman, çand û nasnameyê bê sekinandin. Zimanê bajarê me hate guhertin. Ev pirsgirêkeke mezin e. Ji ber vê yekê divê ewilî ziman were guhertin. Ziman hemû qadan eleqedar dike.”
 
Komxebatê pişt re ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.