Axaftina ewil a Kişanak a têkildarî hilbijartinê: Me ji bo vekirina rêyeke rast ev berpirsyartî li xwe girt

img
ENQERE - Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak di Doza Kobanê de axaftina xwe ya ewil a têkildarî hilbijartinê kir û wiha got: “Me ji bo vekirina rêyek rast, ji bo vekirina rêya aştiyê û ji bo vekirina rêya azadiyan berpirsyartî û peywir li xwe girt.” 
 
Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê û li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Dê di danişînê de lêkolîna rewşa girtî bê kirin. 
 
Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak ji Girtîgeha Kocaeliyê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Namzetê din Ozturk Turkdogan jî danişîn şopand. 
 
URKUT: ME SERÎ NETEWAND 
 
Danişîn, bi parastina siyasetmedar Alî Urkut dest pê kir. Urkut, got ku êdî ber bi dawiya Doza Kobanê ve tên û ev tişt anî ziman: “Dîroka bêhiqûqtiya Tirkiyeyê bi vê dozê re bisînor nîne. Hem parêzeran hem jî siyasetmedaran ev doza kompasê avêtin sergoya dîrokê. Ji bilî îdiayên derew tu tiştek di destê we de nîne. Tevahiya tawanbariyên tên kirin vala hatin derxistin. Heke bi qasî misqalê jî hiqûq hebe divê ev doz bikeve. Em gelek hatin mexdûrkirin. Li bendê me hêj ev mexdûriyet zêdetir nebûn tişta pêwîst were kirin. Em ji bo demokrasiyê têkoşiyan. Me duh jî serî netewand û îro jî, sibe jî natewînin.” 
 
JI KIŞANAK AXAFTINA HILBIJARTINÊ
 
Piştre jî Kişanak axivî. Kişanak, da zanîn ku bi sala ye rastî tacîzên darazê tên û wiha domand: “Ev nêzî 10 sal in li pêşberî meqamên darazê me. Ji ber xebatên xwe yên siyasî û fikrên xwe ji sala 2014’an heta niha her roj li eywanên dadgehê me. Ev 7 sal û nîvin jî weke dîlgirtiya siyasî tev li vê danişînê dibim. Dê îro hinek cuda be. Her wiha ez weke namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Enqereyê li vir diaxivim. Demokrasiya vî welatî bi sindoqê hatiye bisînorkirin lê ev 8 sal in hate parçe parçekirin. Tu mîsogeriya sindoqê nema ye. Rewşa min a dîlgirtîbûnê nîşaneya vê ya herî berbiçav e. Reqîbên min ên siyasî niha li qadan e. Ji xwe re govendê digerîninn û sozên vala vala didin gel. Lê em anku dengê jin, xizan û gel mixabin weke dîlgirtiyên siyasî di hucreyan de ne.” 
 
EM JI BO AFIRANDINA VEBIJÊRKAN TÊDIKOŞIN 
 
Mixabin li Tirkiyeyê rêya siyasetmedarên muxalîf ji girtîgehê derbas bûne. Lê tiştên cara ewil her bi serê me tên. Weke mînak, tekane kesa dema hevşaredar ji peywirê hatiye girtin, 7 sal û nîvan di hucreyê de dîl hatiye girtin û piştre bûye namzeta Enqereyê ez im. Van tiştan bi serê me tînin, ji ber ku em dixwazin li Tirkiyeyê rêyeke nû vekin. Gelek caran pirsa ‘rêya sêyemîn çi ye?’ tê kirin. An jî dipirsin; ‘hûn ê bi kê bidin windakirin an jî qezenckirin?’ Ez pir bi eşkereyî dibêjim ku nêzikatiyeke me ya bi aliyekî bidin windakirin an jî qezenckirin tune ye. Em hewl didin bi têkoşîna xwe vebijêrkeke demokratîk ji bo gelê xwe biafirînin. 
 
JI BO AVAKIRINA PIRÊN AŞTIYÊ MIN PEYWIR LI XWE GIRT 
 
Em pêvajoyeke din a hilbijartinê em di girtîgehê de derbas dikin. Di nava van 7 sal û nîvan de 4 hilbijartin û referandûmek hate kirin. Ev jî dibe hilbijartina 5’emîn. Îradeya gel bi awayekî derhiqûqî hate xespkirin. Namzeta min a îro ya li vê derê nîşaneya wê ye. Demek ez hêj jî dikarim şaredariyê bikim. Lê belê îradeya gelê Amedê wê rojê hate xespkirin. Ez îro ji bo di navbera Amed û Enqereyê de pirên aştiyê ava bikim vê peywir û berpirsyartiyê li xwe digirim. Ji bo ku bi awayekî herî baş vîna gel teslîm bikim min ev peywir û berpirsyartiye li xwe girt. 
 
ÎRADEYA ÇARESERIYÊ HEYE
 
Demokrasî, pêşbirkeke di nava mercên wekhev de tê kirin e. Lê derfetên me nînin em nêrînên xwe bi awayekî azad bigihînin gel. Cara ewil e ku ez ê bi rêya dadgehê dengê xwe bigihînim gel. Bi sala ye vê li ser me ferz dikin. Em dibêjin divê siyaset ne li eywanên dadgehê,  li kolanan, di nava gel de û li Meclisê were kirin. Lê tenê ev rê nîşanî me dan. Divê êdî ev rewş bê bidawîkirin. Ev roj ji hêla dîrokî ve jî rastî demekî watedar hat. Di 28’ê sibata 2015’an de Mitabeqeta Dolmabahçeyê bi gel re hate ragihandin. Wê demê me tevan bawer kiribû ku dê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. Em ji bo vê xebitî bûn. Diviya ev pirsgirêka ku bi qasî dîroka komarê kevin, bi rêyên aştiyane û demokratîk bihata çareserkirin. Di vê mijarê de bi rastî jî tecrûbeyên me hene. 
 
ÎRADEYEK HEYE
 
Di esasê xwe de îradeyek heye ku ev îrade di îradeya damezirandina komarê de jî heye. Lê hinek ji destpêkê ve wê îradeyê tune dihesibîne. Lê hûn çi bikin jî dê roj were û av di rêgeha xwe de biherike. Di siyasetê de em vê pir bi eşkereyî dibînin. He cara ku me dixwest bi rêya siyaseta demokratîk van mijaran baxivin û Amed û Enqereyê bînin ba hev, her carê bend danîn pêşiya têkoşîna me. Astengî derxistin. Lê her carê vê îradeyê ev bend hilweşand. Di bingeha vê civakê de piranîparêzî heye, pêkvejiyana aştiyane heye. Hûn nikarin vê dîroka qedîm tune bihesibînin û vê siyasetê ferz bikin. Em îro êşa vê dikişînin. Em jî li dijî vê têdikoşin. Kes nikare xwe li hemberî heqîqetê bigire. 
 
MITABEQETA DOLMABAHÇEYÊ
 
Her wiha Mitabeqeta Dolmabahçeyê; ez ê tiştekî din bi bîr bînim. Çendek roj piştre 4’ê adarê. Salvegera darbeya siyasî ya li hemberî parlamenterên DEP’ê ye. Bi ser re tam 30 sal derbas bûn. Tevahiya nûnerên kurdan ên ji bo çareseriyeke aştiyane û demokratîk berê xwe dan Enqereyê hatin girtin. Îro jî em di girtîgehê de ne. Em naxwazin kesek bikeve girtîgehê û bikeve bin axê. Êdî bes e. Ev welat êdî mecbûr e rêyeke rast a refa, aramî û aştiyê peyda bike. 
 
DARBEYÊ LI DIJÎ ÎRADEYA GEL DIKIN 
 
Parlamenterên DEP’ê bi awayekî birûmet 10 salan di girtîgehê de man û dema derketin jî gel ew hembêz kirin. Ne rastgir ne jî çepgir îro di siyaseta Tirkiyeyê de tu kes wê eybê napêreze. Dê ev atmosfera îro jî belav bibe. Dê yek kesê ku tiştên îro biparêze nebe. Kesek xwedî li vê eybê dernakeve. Ji ber ku rezalet e. Lewma ji bo vekirina rêya aştiyê, vekirina rêya azadiyan me ev peywir û berpirsyartî li xwe girt. Ez ê sedemên namzetiya xwe ya Enqereyê gavek piştre vebêjim. Bêguman gotinên min dê bibin esasên vî karî. 
 
Ji 2016’an ve li dijî îradeya vî gelî darbe tê kirin. Bi tayînkirina qeyûman re darbeya siyasî kirin. Ne tenê hevşaredar ji peywirê girtin, her wiha bi hezaran endamên meclisa şaredariyê jî ji peywirê girtin û îradeya gel xesp kirin. Bi awayekî eşkere Destûra Bingehîn binpê kirin. Îradeyên xwecihî bi destê nûnerên hilbijartî ve tê birêvebirin. Li Amedê yek kesê/a hilbijartî nehiştin. Hevşaredarên bajarê mezin û navçeyan tevek ji peywirê girtin. Ev, darbeyeke mezin a li dijî îradeya gel bû. Di sala 2019’an de dîsa hilbijartin hate kirin û gel dîsa îradeya xwe nîşan da. Lê dîsa li dijî îradeya gel darbe kirin. Di sala 2016'an de hemû qanûn binpê kirin, parêzbendiya parlamenter û hevserokên HDP’ê betal kirin û li dijî îradeya gel a li Meclisê darbe hate kirin.”
 
EZ KESÊN NÎQAŞA QEYÛMAN DIKIN ŞERMEZAR DIKIM 
 
Tu wateyeke bedelê şexsî bi me hatiye dayîn tune ye. Em hewl didin vebêjin ku ev dosya ji bo xespkirina îradeya gel ji ber xwe ve hatiye amadekirin. Piştî hilbijartinên 2018’an darbe hate kirin. Parlamenteriya Mûsa Farisogûllari hat betalkirin. Hewl dan heman tiştî li Faruk Gergerlîoglû bikin. Anku tam 7 salan bênavber li dijî vîna gel darbeyên siyasî kirin. Em niha di erefeya hilbijartineke nû de ne û nîqaşa tê kirin jî ev e; ‘gelo dê qeyûman tayîn bikin an na?’ Ez tevahiya siyasetmedarên vê nîqaşê dikin şermezar dikim. Hûn pir eyb dikin û ruhê siyasetê qirêjî dikin. 
 
SINDOQ PARÇE PARÇE KIRIN
 
Divê her kesên ji sindoq, hilbijartin û îradeya gel bibawer bi eşkereyî wiha bibêje; her kes neçare ku rêzê ji bo vîna gel bigire. Lê wisa nabêjin û dibêjin; ‘gelo DEM Partiyê û AKP’ê lihev kiriye?’ Şerm e şerm. Dev ji vê nîqaşê berd in ji ber ku rezalet e. Heke bi qasî misqalê baweriya we ya bi vîna gel hebe, bibêjin; ‘îradeya gel a ji sindoqê derketî îradeya me ya û tu kes nikare li dijî wê darbeyê bike.’ Lê wisa nabêjin. Vê yekê nakin lewma ez li Enqereyê bûm namzet. Ev, helwesteke û divê her kes rast fêm bike. Ev sekn, ev helwest, dê bibe encama ku DEM Partî li tevahiya Tirkiyeyê bikeve hilbijartinê. Tekane tiştekî ku jin, ciwan, bindest û hwd. bikin heye; rêza ji bo vîna gel deynin beriya her tiştî û wisa tevbigerin. Heke hûn hêj ji niha ve nîqaşê li ser îradeya gel bikin, wê demê herin li mala xwe rûnin. Bi rastî jî bi navê demokrasiya Tirkiyeyê tenê sindoq di destê me de hebû lê ew jî parçe parçe kirin. 
 
ROJ ROJA WÊ YE KU EM LI REX ÎRADEYA GEL CIH BIGIRIN 
 
Roj roja wê ye ku em li dijî qeyûman li gel îradeya gel cih bigirin. Her kesî vedixwînim vê helwestê. Em ji îro ve helwesta xwe bi eşkereyî raber dikin. Bila kesek hewl nede qeyûman tayînî îradeya gel bike nexwe dê li hemberî xwe me bibînin. Em ê li her deverê xwedî li vîna gel derkevin. Em vê bi bîra partiyên ji xwe re dibêjin ‘muxalîf’ jî tînin. Roj roja wê ye ku rêzgirtina xwe ya li hemberî sindoqê nîşan bidin. Dê kesek nekare rê li ber îradeya gel bigire. Banga me ji bo her kesî ew e ku di siyaseta demokratîk de israr bikin. 
 
EZ ÇIMA BÛM NAMZET?
 
Roja namzetiya min hatiye ragihandin heta niha rastî du helwestan hatim. Yek ji wan helwesta tunehesibandinê ye. Tu wateya vê helwestê ne ji bo min ne jî ji bo DEM Partiyê heye. Ji ber ku em dizanin ku siyasetê li vî welatî çapemenî teslîm girtiye. Ji bilî wan tu kes li ser çapemeniyê xuya nake. Em hînî vê rewşa jinedîtîve hatine bûne. Em dizanin bê ka em çawa vê rewşê ji holê radikin. Derdê me yê esasî ew e ku bi kesên derdê wan mîna yê me re bên gel hev. Em ê li gel jin, xizan û kedkaran re bên gel hev. Em ê li gel her kesên êşa vî şerî di dilê xwe de hîs dikin re bên gel hev. Em di girtîgehê de bin jî em rêya vê dizanin. Em dikarin rêya vê bibînin. 
 
JI BO DU BAJARAN BIGIHÎNIN HEV EM BÛN NAMZET 
 
Helwesta duyemîn jî ev e; ‘hûn çima bûn namzet û çima Enqere?’ Ez çima bûm namzet? Ya yekemîn; weke min gavek berê got, ji bo ji van dozên kompasan re û ji siyaseta tayînkirina qeyûman re bibim bersiv bûm namzet. Ya duyemîn; ji bo çareserkirina du pirsgirêkên sereke yên vî welatî bûm namzet. Pirsgirêka yekemîn; pirsgirêka kurd e û ya din jî pirsgirêka jinan e. Ev her du mijar, bingeha siyasetê ne. Heke di van mijaran de em pêş nekevin ne em dikarin bajarên ku em bikarin tê de bijîn ava bikin ne jî dikarin azad bijîn. Lewma min xwest van her du mijaran bixim rojeva paytextê. Ya din jî, dixwazin di navbera me de dabeşkariyê bikin. Dixwazin bi Amed û Enqereyê ji hev dabeş bikin. Em jî ji bo van her du bajaran bigihînin hev bûn namzet. Ji ber ku em di siyaseta demokratîk de, di komara demokratîk de israr dikin. Tevî hemû xerabiyên li me hatine kirin jî, em di welatê hevpar û hemwelatîtiya azad û wekhev de israr dikin. Em baş dizanin ku çareserî ne bi tenê sera xwe li Amedê ye ne jî li Enqereyê ye. Lewma em dixwazin hem pirsgirêka demokrasiyê ya vî welatî hem jî pirsgirêka azadiyê ya kurd û jinan bixin rojeva paytextê. Ez ji bo vê bûm namzet. Em ne j bo meqam û rayeyan, ji bo qezenckirina aştiyê têdikoşin. Lewma ez dibêjim; li Enqereyê êdî dem dema DEM’ê ye. Li Enqereyê ji bo jinan dema DEM’ê hat. Ji bo têkoşînek û seknekî li gorî ruhê demê em tênn. Ji bo nûnertiya vê siyasetê min ev namzetî qebûl kir. Bi rastî jî êdî dema wê hat û derbas jî dibe. 
 
HEKE JIN NEBE DEMOKRASÎ JÎ NABE
 
Ez dixwazim israra me ya di pergala hevserokatiyê de bikim. Ji ber ku yek ji mijara ku jê têm darizandin jî ev e. Heta jin nebe demokrasî jî nabe. Mîna gelek ferzkirinên din, em ferzkirina ‘gelo di rêveberiyê de jin hebe yan mêr hebe’ jî red dikin. Em dikarin bi hev re bixebitin, bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser kevin. Hevserokatî jî îfadeya vê ya polîtîk e. Êdî divê mirov komara demokratîk bi rengê mor bixemilîne. Di avakirina vê komarê de kedekî mezin ê jinan heye. Lê di mafan de keda wê jinedîtî ve hat û tenê mafê bijartin û hilbijartinê dan jinan. Jin ji komarê, ji demokrasî û siyasetê hatin dûrxistin. Hêj niha jî wisa ye. Dema em helwestên partiyên siyasî yên îro dinêrin, ev rewş di helwesta wan a li dijî namzetên jin de derdikeve holê. Li dijî feraseta polîtîk a ku jinan tenê di nava malê de û ji bo xizmetkirina zilam dibîne, em jin di qada cemaweriyê de dadikevin qadan. Em tam di nîva siyasetê de ne. Siyaseta demokratîk bêyî jinan nabe. Lewma em ji bo siyasetê bi rengê mor bixemilînin derketin rê. Em ê li gel jinan têbikoşin û bi hev re bi ser kevin. 
 
BANG LI JIN Û CIWANAN KIR
 
Her çend ku kêm jî be jinan bi saya keda xwe bi hinek sererastkirinên qanûnî hinek maf bi dest xistin. Lê niha gef li van mafên me tên xwarin. Ferasetên ku namzetên xwe yên jin jî di bîlboardan de rûyê wan vedişêre heye. Lê wileh serê me bilind, rûyê me vekirî û geş e. Me tiştekî ku rûyê xwe bigirin nekiriye û nakin jî. Ji bo di hemû qadên jiyanê de hebin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Namzetiya jinekê ya li paytexta komarê jî xwedî wateyeke wiha ye. Ez nizanim bê ka di dîroka komarê de li Enqereyê qet şaredarên jin hatine hilbijartin an na. Îro jî siyaseta hilbijartinê ya li Enqereyê veguheriyê şerê îktîdarê yê di navbera zilaman de. Em jin dê destûrê nedin vê. Lewma sedema taybet a namzetiya min a Enqereyê ev e. Armanca min ew e ku îradeya jinê li Enqereyê baştir xuyanî bikin û bi mezinkirina têkoşîn û piştevaniya jinê re jinan bikink kirdeya siyasetê. 
 
Banga min a ji bo hemû jinan ev e; hemû kes têkoşîna xwe bi xwe dide. Dê tu caran tu kes li şûna me netêkoşe. Em jin dê îradeya xwe derxînin holê, rêxistinî û piştevaniya xwe ava bikin. Em bi xwe dê birînên xwe derman bikin. Lewma banga min ji bo jinan ew e ku di siyasetê de xwedî înîsiyatîf bin, gavekî derkevin pêş û xwet tev li têkoşîna heyî bikin. Ev têkoşîn, têkoşîna me ya azadiyê ye. Kirdeya wê jî em in. Tu kes nikare me wekî tiştekî bibîne, nikare li ser me hesaban bike. Lewma ez di wê baweriyê de me ku dê jinên li Enqereyê û Tirkiyeyê îradeya xwe nîşan bidin û xwedî li têkoşîna azadiyê ya jinan derkevin. Di têkoşîna ciwanan de jî Enqere bajarekî dîrokî ye. Êdî DEM hate Enqereyê û banga min ji bo ciwanan ew e ku înîsiyatîfê li xwe bigirin, siyasetê ji şerê îktîdarbûnê derxînin û ji bo veguherînin karekterekî demokratîk têbikoşin. 
 
JI BO AMEDÊ SILAVÊN TAYBET ŞAND 
 
Ez dixwazim ji bo Amedê silavan bişînim. Ji ber ku kedeke wê ya mezin li ser min heye. Yek ji wan navendan e ku ev demekî dirêj e îradeya jinan xwe li ser ava dike. Ez di wê baweriyê de me ku dê careke din îradeya gel bi awayekî herî xurt derkeve holê û ji niha ve serkeftina xelkê Amedê ya di hilbijartinê de silav dikim. Di vê mijarê de berpirsyartî dikeve ser milê me tevan. Dibe ku ez li kolanan, li qadan bi we re nebim lê dilê min, hizra min û bi tevahiya hebûna xwe bi we re me. Ev têkoşîn têkoşîna me tevan e ku bi keda kolektîf tê meşandin. 
 
EZ AMADE BÛM KU BERPIRSYARTIYÊ LI XWE BIGIRIM
 
Mixabin ne DEM Partî ne jî stratejiya wê ya Rêya Sêyemîn rast nayê fêmkirin. Ev rê ne rêya ‘ez ne yê/ya te me ne jî ya wî/wê me’ ye. Rêya xurtkirina alternatîfa demokratîk a gelan e. Têkoşîneke polîtîk û demokratîk e. Lewma israra di rêya sêyemîn de nifteya yekemîn a çareseriyê ye. Tekane rêya ku em pirsgirêkên demokrasî, kurd û jinan çareser bikin, Rêya Sêyemîn e. Peywira me jî ev e. Em ê vê bikin. Em bi pêşkeşkirina vebijêrkeke demokratîk a gelê xwe re rû bi rû ne. Namzetên DEM Partiyê vê rêyê hildibijêrin. Li her cihê ku DEM Partiyê namzetên xwe nîşan daye divê her kes bi awayekî çalak tev li xebatan bibe, îradeya xwe li ser sindoqê nîşan bide û xwedî li vê îradeyê derkeve. Ev yek, ne peywirekî jirêzê ya hilbijartinê ye. Bi rastî jî têkoşîna wê ye ku pirsgirêkên vî welatî bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Lewma wateya wê ji hilbijartinekê wêdetir e. Mesele ew e ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên vî welatî destê xwe deynî bin kevir. Ez ne destê xwe, bi temamî vê berpirsyartiyê li xwe digirim. Mesele ew e ku em pêşî li ber xwîna li vî welatî tê rijandin bigirin, komarê demokratîk bikin, jinan di qada cemaweriyê de bêhtir xuyanî bikin. Ez hem ji bo bedeldayînê hem jî ji bo lixwegirtina berpirsyartiyê amade me. Dixwazim rêya gelê me ya ber bi komara demokratîk ve diçe vekim. Êdî DEM tê. Êdî dema wê hat. 
 
ÇAYA BÊDEM NAYÊ VEXWARIN
 
Gotinek heye ku di devê her kesî de ye, dibêjin nizanim filankes bi DEM’ê re dem digire. Bersiveke me ji bo van jî heye. Ez li vir vê bersivê didim van; çaya BêDEM nayê vexwarin. Hûn jî hinek çaya biDEM vexwin belkî hûn jî bibin demokrat. Şîreta min a ji bo tevahiya partiyên siyasî ya vî welatî ev e; hûn tevek jî hinek DEM bigirin. Hinek DEM bigirin da ku wê demê hinek jî be pirsgirêkên vî welatî ji xwe re bikin derd. Belkî wê demê hûn tenê li pey îktîdarbûnên nekevin. Heke hemû kes hinek DEM bigire, hinek bigehe dê her tişt hêsantir bibe. 
 
EM JI BO RÛXANDINA HEMÛ BENDAN DERKET RÊ 
 
Di serî de jinan, ez tevahiya gelê me ji dil û can silav dikim. Di xebatan de jê re serkeftinê dixwazim. Aştî û çareserî ne li ser maseya bazariyê, di dilê gel de tê qezenckirin. Bila kesek ‘maseya filan kesan’ hêjayî me nebîne. Em ji bo avakirina aştiya gelên xwe derdikevin rê. Di wê baweriyê de me ku em ê vê jî pêk bînin. Aştî, di hêvanê van xakan de heye. Şer, zexta hinek komên îktîdarê ye. Divê em li dijî wê derkevin. Ez di wê baweriyê de me ku ji Enqere, Tekîrdag, Colemêrg û Wanê kesên xwedî wijdan ên li vê xwedî derkevin hene. Aştî, bi saya kedê tê. Em ê bixebitin, vebêjin, li dijî şer jî bibin hêza siyaseta aştiyê û îradeya gel derxînin holê. Em ê bi dil û hişê xwe ji bo avakirina aştiya civakî bi gelên xwe re bi hev re têbikoşin. Em dikarin vê bikin. Di wê baweriyê de me ku em ê vê jidil pêk bînin. Ez hewl didim bibim rêhevala we, hewl didim layiqî qwe bibim û hewl didim hindik jî be êşa di dilê dayikan de kêm bikim. Rêya me vekirî be, bila rêya me derkeve aştî û komareke demokratîk. Ez dibêjim bila rêya me derkeve welatê hevpar û hemwelatiya wekhev. Em ji bo rakirina berîqetin derxistina pêşiya me, ji bo rakirina tecrîd û bendan derketin rê û dê bi ser kevin.”