Namzetên DEM Partiyê yên Milazgirê: Em ê ruhekî nû ava bikin

img
MÛŞ - Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Milazgirê ku AKP'ê di hilbijartinên 2019'an de bi fen û fûtan ew bi dest xistibû, diyar kirin ku ew ê ruhekî nû ava bikin û gotin: "Serkeftina me wê ne tenê serkeftina şaredariyê be."
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku li dijî tayînkirina qeyûman û polîtîkayên veguhastina dengdêran ên desthilat AKP'ê girîngiyeke mezin dide hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê, xebatên xwe yên li gund û taxan didomîne. Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Milazgirê Gulistan Ozel û Ahmet Kenan Turker destnîşan kirin ku ew hewl didin rêjeya dengan du qat zêde bikin.
 
ÇI HEBÛ DA BER FIROTINÊ 
 
Şaredarê niha û namzetê AKP'ê yê navçeya Milazgirê Cengîz Altin, di 11'ê kanûnê de bi nêzîkbûna hilbijartinê re li 33 deverên cuda 391 parsel, bi îhaleyan da ber firotinê. Her wiha 3 parselên bi rûbera 242 metrekare yên li Taxa Aksungurê bi 59 hezar TL'yî û 5 parselên bi rûbera 66 metrekareyî yên li heman cihî jî bi 16 hezar lireyî firot. Dîsa 4 parselên 999 metrekare yên ku li Taxa Selçukluya Jêrîn bi 93 hezar lîreyî da ber firotinê. 
 
Gelê navçeyê jî bertek nîşanî Altin ê AKP'yî yê ku 5 sal in tu xizmetek nekiriye nake dide. Welatiyên Milazgirê ku debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikin, diyar kirin ku di warê çandiniyê de paşve çûne û ji ber cihokên avê tune ne hilberîn kêm bûye. Welatiyan got ku li bajêr pirsgirêkên rê, av, çandinî û binesaziyê hene û şaredariya niha jî li hemberî van pirsgirêkan xemsar e.
 
PIRSGIRÊKÊN MILAZGIRÊ
 
Namzetê Hevşaredariyê yê DEM Partiyê Ahmet Kenan Turker diyar kir ku li Milazgirê di bin rêveberiya şaredariya AKP'ê de wêraniyeke mezin pêk hatiye. Turker anî ziman ku li Milazgir di warê fizîkî de kêmasiyên mezin hene û got: “Pirsgirêkên avahî û binesaziyê hene. Dema em hatin ser kar em ê bi şaredariyeke ekolojîk, şaredariyeke li ser azadiya jinê û civakî bajêr bi rê ve bibin. Em ê têbikoşin ji bo Milazgirê. Gelek projeyên me hene, ji bo jinan, ji bo zarokan, ji bo zêdekirina îstîhdamê projeyên me hene. Li vê derê her çendî pîşesaziyeke ku îxracata derve dike hebe jî, ji ber kêmasiyên fizîkî ne pêkan e ku bi rihetî bixebite. Der barê nûjenkirina pîşesaziyên xwe de me projeyên pir baş pêş xistine û em ê zêdetir pêş bixin. Li gel ku çavkaniyên avê pir in jî, welatî niha di xwegihandina avê de zehmetiyan dikişînin. Gelek projeyên me hene ji bo ku av li ser bingehek rast ber bi bajêr ve biherike." 
 
'JI XEYNÎ NELIRÊTIYÊ TU TIŞT TUNE YE'
 
Turker diyar kir ku li taxên herî dûr ên bajêr jî texrîbata rêveberiya AKP'ê heye û diyar kir ku rê xerab in û xwendekar û welatî di çûn û hatinê de bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Turker anî ziman ku şaredariya ku 3 salan ji aliyê qeyûm ve û 5 salan jî ji aliyê rêveberiya AKP'ê ve dihat birêvebirin, ji xeynî wêrankirinê tiştek nekiriye û anî ziman ku hemû çavkanî hatine xerckirin û ji hilberînê re bêtir gendelî û wêranî hatiye kirine. 
 
NAMZETA CIWAN: EM Ê RUHEKÎ NÛ AVA BIKIN
 
Yek ji namzetên ciwan ên DEM Partiyê Gulîstan Ozelê jî diyar kir ku ew bi pirsgirêkên Milazgirê dizanin û bi biryar in ku rêveberiyê ji AKP'ê bigirin. Ozelê anî ziman ku ew ê wekî jineke ciwan li Milazgirê ruhekî nû ava bikin û got ku wan gava yekem a bingehîn a avakirina vejînê bi namzetiya hevşaredariyê avêtiye. Ozelê wiha axivî: “Ez hem ji nasnameya xwe ya ciwan hem jî ji nasnameya xwe ya jinê bawer im, dixwazim li Milazgirê ruh û têkoşîneke nû çêbibe. Yek ji pirsgirêka herî mezin a bajêr dîtin û kêmbûna keda jinan e. Li hemberî vê jî gelek projeyên me hene, piştî ku me şaredariya xwe bi dest xist em ê van hemû projeyan pêk bînin. Em ê bazarên keda jinê ava bikin û qadên ku ciwan karibin tê de daxilî nava civakîbûnê bibin peyda bikin. Divê di civakê de qadên jinan hebin. Armanca me ew e ku em qadên ji bo jinan ava bikin.”
 
‘DÊ TENÊ NEBE SERKEFTINA ŞAREDARIYÊ'
 
Ozelê anî ziman ku AKP'ê di hilbijartinên 2019'an de şaredariyê bi awayekî bi guman bi dest xistiye û di 5 salan de ji xeynî texrîbatê tu xebatek tune ye û diyar kir ku ne pêkan e ku ji bo rêveberiya şaredariyê ya heyî behsa xizmetekê bê kirin. Ozelê destnîşan kir ku xizmet bi alîgiriyê tê kirin û wiha got: “Em ji bo vê newekhevî û neheqiyê ji holê rakin û bi gel re şaredariyekê ava bikin tên. Em dixwazin bi her kesî re wekhev tevbigerin û ji her kesî re xizmetê bikin. Baweriya me ew e ku em ê ji vir şûnde bi ferqeke mezin di hilbijartinê de bi ser bikevin. Di roja hilbijartinê de divê her kes dengê xwe bide û sindoqên xwe biparêze. Ev hilbijartin ji bo me ne tenê hilbijartina şaredariyan e. Di heman demê de têkoşîna li dijî kesên ku ziman çand û hebûna me ji nedîtî ve tên. Serkeftina me ya 31’ê Adarê wê ne tenê serketina şaredariyan be."
 
MA / Rûken Polat