ENQERE - Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi rojeva hilbijartina rêveberiyên herêmî civiya. 
	Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi serokatiya Hevserokên  Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer  Bakirhan li Navenda Giştî ya HDP’ê civiya. Civîna MYK’ê dê du rojan bidome û tê payîn ku têkildarî hilbijartinên rêveberiya herêmî çendek biryar bên dayîn. 
	Di civînê de her wiha dê daxwaza Başak Demîrtaş a ji bo namzetiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî bê nirxandin. 
