Serokê Meclisê Kûrtûlmûş çû serdana HEDEP’ê

img
ENQERE - Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş çû serdana Koma Meclisê ya HEDEP’ê. 
 
Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş çû serdana Koma Meclisê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP). Hat diyarkirin ku Kûrtûlmûş ji ber endamên partiyê piştî ku Kûrtûlmûş wek Serokê Meclisê hatibû hilbijartin çûbûn serdanê, hatiye serdana HEDEP’ê. 
 
Tevî Bakirhan Serokwekîlê Koma HEDEP’ê Sarûhan Olûç û parlamentera Qersê Gulistan Kiliç Koçyîgît, şandeya hatine serdana, pêşwazî kirin. 
 
Bakirhan û Kûrtûlmûş piştî ku wêne dan endamên çapemeniyê, derbasî odeya civînê bûn. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî berdewam dike. 
 
Kûrtûlmûş di çarçoveya serdanên xwe de beriya niha çûbû serdanên Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, Seroka Partiya Îyî Meral Akşener, Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Serokê Koma AKP’ê Abdullah Guler û Serokê Koma Partiya Saadetê Selçûk Ozdag jî.