Beştaş: Ji bo ku tecrîd rabe em bi hemû hêza xwe têbikoşin

img
SÊRT - Serokwekîla Koma HEDEP’ê Meral Daniş Beştaş a bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dest pê kirî û wiha got: “Ji bo ku tecrîd ji holê rabe, em bi hemû hêza xwe têbikoşin.”
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Sêrtê 2’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li eywaneke dawetê ya li bajêr li dar xist. Parlamentera HEDEP’ê Sabahat Erdogan a di kongreya gelek endamên partiyê tev li bûn de axivî, diyar kir ku di serdema AKP’ê û MHP’ê de polîtîkayên înkar û îmhayê berdewam dikin. Saritaş, da zanîn ku gelê kurd li dijî zextan paşve gavê naavêje û wiha got: “Gelê me li dora nirxên xwe dibe yek û li ber xwe dide. Em ê li dora çalakiya greva birçîbûnê bibin xelek û li dijî polîtîkayên qirêj ên destilatê têkoşîna xwe mezin bikin. Em berxwedana li girtîgehê veguhêzin derve. Divê herkes di nava piştevaniyê de be. 
 
‘ERDOGAN DI DIJMINATIYA LI DIJÎ KURDAN DE SÎNORAN NAS NAKE’ 
 
Serokwekîla Koma HEDEP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku dîroka têkoşîna Sêrtê bi berxwedanan tejî ye û wiha got: “Erdogan ê dijminatiya li dijî kurdan de sînoran nas nake, hewl dide li ku derê kurdek hebe, ji holê rake. Dema vê dike bi hevkarê xwe yê biçûk re dimeşe. Gelê Sêrtê divê li dijî vê helwesta desthilatê têkoşîna xwe mezin bike û bibe bersiv. Û divê vê ferasetê ji holê rake. Jinên Sêrtî her tim bûne pêşengên têkoşînê. Divê têkoşîneke di pêşengtiya jinan de pêş dikeve û toreke têkoşînê ya ji Sêrtê belavî her derê bibe were avakirin.”
 
QEYÛM
 
Beştaş a polîtîkayên qeyûm rexnekirin wiha berdewam kir: “Di pêşiya me de hilbijartineke gelek girîng heye. Feraseta qeyûmê talanker, ji bo ku ji alîgirên xwedî zîhniyeta xespkar re pereyan herikînin dixebitin. Mirovên vî bajarî ji kar derdixînin û ji bajarên xwe ji rojavayê Tirkiyeyê mirovan tînin li şaredariyê bi cih dikin. Armanca wan dizî ye. Ji bo ku dahata şaredariyê pêşkeşî alîgirên xwe bike îhaleyan pêk tîne. Hewl didin şaredarê ku kurdan hilbijartî ji peywîrê bigirin û vîna kurdan tune hesibînin. Vîna me nas nakin. Kesên vîna me nas nakin em jî wan nasnakin. Em ê li dijî vê ferasete bi ferqeke dengên zêde em ê şaredariya xwe ji wan bistînin. Em li dijî feraseta wan a xespkar vîna xwe deynin holê. Kesên ku weke qeyûm tên bajêr divê şerm bikin. Çawa derdikevin nava mirovan. Kesekî vîna gel dizî ye û hatiye tayînkirin. Em ê diziyên wan derxînin holê. Em ê wan teşhir bikin. Çend qeyûm ji peywîrê hatin girtin û darizandin. Hinek ji van qeyûmên Rezanê û Mêrdînê ne. Diziyên wan ji niha ve derketin holê.”
 
TECRÎD 
 
Beştaş, diyar kir ku neqebûlkirina kurtenavê HEDEP’ê yê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ve berdewama darbeya 4’ê mijdarê ye û anî ziman ku dê ji van re bi awayekî birêxistinkirî û xurttir bibin bersiv. Beştaş, a qala çalakiya greva birçîbûnê kir, ev tişt gotin: “Kesên ketina çalakiya greva birçîbûnê bi serbilindiya têkoşîneke mafdar li ber xwe didin. Dema em diçûn girtîgehan kesên li wir moral didan me. Hem li ber xwe didin hem jî moral didin. Divê em xwedî li vê têkoşînê derkevin. Çima ji azadiya birêz Ocalan, belavkirina fikrên wî û rakirina tecrîdê evqas ditirsin. Birêz Ocalan civaka azad û wekhev diparêze. Daxwaza aştiyê anî ziman. Dema deklarasyona dîrokî aşkere kir bi milyonan mirov li wir bûn. Heke pêşniyarên birêz Ocalan bên qebûlkirin dê 85 milyon mirov bi awayekî baştir bijîn. Dê tirsa dayik û bavekî ya windakirina zarokeke/î xwe ya her roj dê ji holê rabe. Lê desthilat li ku derê kurdek hebe li dijî wî şer dide destpêkirin. Hema bêje dê hemû gelê kurd weke terorîst îlan bikin. Dema êrişî Rojava dikin dibêjin êrişî ‘terorîstan’ dikin. Li wir 5 milyon ‘terorîst’ hene. Êdî kes bi derewên desthilatê bawer nake. Bêyî ku ev çalakiya greva birçîbûnê neyê asteke xerab, ji bo ku tecrîd ji holê rabe em bi hemû hêza xwe têbikoşin.”
 
DOZA VARTÎNÎSÊ 
 
Beştaş, bertek nîşanî biryara demboriya Doza Vartînîsê da û wiha got: “Malbatek hate qetilkirin. Ji bo malbata li Vartînîsê hate qetilkirin biryara demboriyê derket. Ev biryar biryareke cihê şermê ye. Ji bo gelek bûyerên weke vê biryara demboriyê hate dayîn.”
 
Beştaş a bal kişand ser asta bêkariyê, anî ziman ku ji ber polîtîkayên şer ên desthilatê her roja ku diçe krîza aboriyê kûrtir dibe. 
 
HEVSEROK HATIN HILBIJARTIN 
 
Di hilbijartina bi yek lîsteyê hate kirin de Revşan Arslan û Eşref Tekîn weke Hevserokên HEDEP’a Sêrtê hatin hilbijartin.