HEDEP’a Mêrsînê ji bo serlêdanan bang kir

img
MÊRSÎN - Komîsyona Hilbijartinê ya Bajar a HEDEP’a Mêrsînê ji bo “kesên dixwazin bibin parçeyeke têkoşîna demokratîk” banga serlêdanên ji bo bernamzetiyê kir. 
 
Komîsyona Hilbijartinê ya Bajar a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Mêrsînê li avahiya xwe daxuyanî da. Parlamenter jî tev li daxuyaniyê bûn û Hevberdevkê Komîsyonê Mesût Aslan axivî. Aslan, bal kişand ser girîngiya hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên ku dê di adarê de bên lidarxistin û wiha got: “Ev hilbijartin dê li dijî zîhniyeta yekperest bibe hilbijartina piranîparêziyê, li dijî qeyûman bibe hilbijartina vîna gel, li dijî patronan bibe hilbijartinan kedkaran, ekolojiyê, jinan, zarokan û xwendekaran. Ev hilbijartin dê li dijî şer bibe hilbijartina aştiyê û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk.” 
 
BANGA JI BO SERLÊDANAN 
 
Bi domdarî Aslan got ku wan li Mêrsînê bi tevlibûna rêxistinên girseyî yên demokratîk komîsyona hilbijartinê ava kirine û ev bang kir: “Banga me ji bo hemû welatiyên me yên dixwazin têkildarî rêveberiyên herêmî gotina xwe bikin, dixwazin bibin parçeyeke têkoşîna demokratîk, dixwazin ji bo hevşaredartiyê û endamtiya meclisê serlêdanê bikin ew e ku serlêdanên xwe bikin. Banga me ji bo gelê me ew e ku li ser esasê perspektîfa ‘azadî, xwe birêvebirinê ve dest pê dike’ de bibin kirdeya vê pêvajoyê, hêz bidin û vîna xwe li ser sindoqê nîşan bidin.”