Akin bang li mexdûrên erdhejê kir: Herkesê vedixwînin têkoşînê

img
HATAY - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin ku li Hatayê serdana mexdûrên erdhejê kir, diyar kir ku desthilat pirsgirêkên 7 meh in çareser nekirine normal dike û wiha got: “Bila kes qebûl neke ku bibe miriyên zindî. Em bang li herkesê dikin ku têbikoşin.”
 
Serdanên Partiya Çepên Kesk ên li bajarên ji erdhejê bi bandorbûne di roja 4’emîn de li Hatayê didome. Şandeya Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, parlamenterên Partiya Çepên Kesk Tulay Hatîmogûllari û Mehmet Zekî Îrmez di nav de li bajêr hin serdan kirin. 
 
‘JI BER EM DI KIRÊ DE BÛN KONTEYNIR NEDAN ME’ 
 
Şandeyê ewilî serdana welatiyên li Taxa Çekmece ya navçeya Defneyê di konan de dimînin kir. Welatiyên ku pirsgirêkên dijiyan bi şandeyê re parve kirin anîn ziman ku hatine mexdûr kirin. Jineke pîr anî ziman ku ji ber aşxaneyên piştî erdhejê xwarin belav dikirin piştî erdhejê hatin girtin zehmetiyê dikişinin ku xwarinê bibînin û heta ku nanekê jî dibînin zehmetiyê dikişinin û kes alîkariya wan nake. Welatiyan diyar kirin ku konteynir nedane kesên xaniyên wan nîv xesar gihiştiyê û di kirê de û ji ber vê yekê neçar hatine hiştin ku li konan bimînin. Welatiyan anî ziman ku ji ber mehên zivistanê yên nêzîk dibin nepêkan e ku li konan bimînin. Welatiyan bal kişandin ser pirsgrêka ewlehiyê û da zanîn ku li dijî bûyerên diziye tu bergirî nehatine wergirtin. 
 
‘BI PIŞTEVANIYÊ BIRÎN TÊN DERMANKIRIN’  
 
Bavê Ahmet Atakan ê di dema çalakiyên Geziyê de li Hatayê ji aliyê polîsan ve bi fîşeka gazê hate kuştin Alî Atakan, bal kişand ku Hatay piştî erdhejê hatiye tune hesibandin. Atakan, anî ziman ku dewletê piştî erdhejê bi zanebûn ji Hatayê re alîkarî neşand û alîkariyên hatin jî desteser kirin. Atakan ê di erdhejê de xaniyê wî xera bû, anî ziman ku bi piştevaniyê birîn tên dermankirin. Şandeya ku pirsgirêkên welatiyan vegotin qeyd kir, destnîşan kir ku ji bo pirsgirêka çareseriya dê li her mecrayê têbikoşin. Şandeya ji polîsên di dema serdanê de dîmenên welatiyan dikişandin re, gotin ev yek fîşkirine astengkirin ku polîs dîmenan bigirin. 
 
‘EM GUHERTINA DEMOGRAFÎK QEBÛL NAKIN’ 
 
Şandeyê pişt re li heman taxê serdana konteynirên weke Rêxistina HDP’ê û Partiya Çepên Kesk ên Bajêr tên bikaranîn kirin. Li qadê têkildarî xebatên 4 rojan daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ku di serdanên wan de li herêmên erdhejê di nava bajaran de cihekarî hatiye kirin. Hatîmogûllari, qala pirsgirêkên perwerdehiyê yên li herêmên erdhejê diqewimin kir wiha got: “Bêparhiştina Hatayê ya ji xizmetên tenduristiyê û perwerdeyê, weke ku bi zorê gel bidin koçkirin tê şîrovekirin. Em hewldanên guhertina avaniya demografîk qebûl nakin. Weke ku duh têkoşiyan, em ê îro jî têbikoşin. Em ê li ser tiştên li herêma erdhejê qewimîn raporekê amade bikin. Em ê bi civakê re di nava piştevaniyê de bin.”
 
‘EM NORMALKIRINÊ QEBÛL NAKIN’ 
 
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin jî aqûbeta bacên ku ji bo erdhejê hatine komkirin pirsî. Akin, diyar kir ku ev 4 roj in serdana herêmên erdhejê dikin û wiha got: “Mixabin wijdanên me diêşin, dilê me birîndar e. Careke din me dît ku tevahiya herêmê, weke 7 meh in tiştek nehatibe kirin xuya dike û hin cih hê bêhtir rastî cihekariyê hatine. Me ji Semsûrê dest pê kir, em li Meletî, Mereş û Hatayê ne. Hatayê pirsgirêkên xwe hene, lê em dixwazin ji vir bang bikin. Em ê vê normalbûnê qebûl nekin. Em ê bipirsin ku hemû çavkanî û hemû bacên di dema erdhejê de derketine li ku derê ne û em ê bibin şopdar. Ev welat nikare li dijî vê bêdeng bimîne. Li aliyekî yên kêfa xwe diparêzin hene, li aliyê din jî mirovên di nava birçîbûn û xizaniyê de hene.”
 
‘NÎVIYÊ WELAT TUNE HATE HESIBANDIN’  
 
Akin, ê pirsa “Dema li Dîlokê avahî dihatin çêkirin çima li Hatayê nehatin çêkirin?” pirsî, axaftina xwe wiha domand: “Em dipirsin ku çima her kes weke hemwelatiyekî ji mafên tenduristiyê û perwerdehiyê sûdê nagirin. Gava din hemwelatiyekê diyar dikir ku ji ber dibistana wan xera bûye neçar mane ku zarokê bişîne dibistaneke din lê hêza wan tê re nake. Hûn nikarin van zarokan bê mal û bê dibistan bihêlin. We piştgirî û bexşên gelê şandin bi ku ve şandin? Me bang li Meclisê kir ku bi awayekî awarte bicive. Em hişmendiya MHP û AKP’ê dizanin. Wan nivîyî welat tune hesibandin, weke welatî jî qebûl nakin lê em bang li muxalefetê dikin nabe ku li vir du gotinan bibêje û biçe. Mirovên li vê derê êşê dikişînin, di nava bêçaretiyê de ne. Em ê mirovên xwe bi tenê nehêlin, em bi hev re bin, di nava piştevaniyê de bin, gotinên wan li her derê bînin ziman. Welatî mafên xwe dixwazin, mafê perwerdehî û tenduristiyê dixwazin. Ji xwe ev mirovên me mexdûr bûne. Bihayê avahî û veguhestiyê zêde bûne.”
 
‘BILA HERKES TÊBIKOŞE’ 
 
Akin, diyar kir ku pirsgirêka konteyniran tê jiyîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê demildest ji pirsgirêkan re çareseriyek bê dîtin. Li Semsûr, Meletî, Mereş û Hatayê mirov li dijî pirsgirêkên dijîn muxataban nabînin. Em ê di 1’ê cotmehê de li Meclisê rojeva erdhejê bînin ziman û bibin dengê welatiyan. Daxwaza me ji mirovan ew e ku xwe bi rêxistin bikin. Bila kes qebûl neke ku bibe miriyên zindî. Em bang li herkesê dikin ku têbikoşin.”
 
BERNAME ÎRO BI DAWÎ DIBE
 
Şande dê li Antakyayê serdana Kooperatîfa Jinan a Taxa Maşûklû, li Samandagê serdana Kooperatîfa Jinan a Mizrakli Rihen, serdana gundên Dîkmece û Serînyol ên Antakyayê bikin û bi civînên gel ên li dar bixin dê bernameya 4 rojan bi dawî bikin.