Temellî: Ecelê bizinê tê nanê şivên dixwe

img

MÊRSÎN – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku tirsa desthilatdariyê bi xwe re hilbijartina pêşwext anî û got: “Vê tirsa wan hêviya demokrasiya pêşwext afirand. Ecelê bizinê nanê şivên dixwe.” 

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û heyeta pê re li Mêrsînê starta hilbijartinên pêşwext dan. Temellî biryara hilbijartina pêşwext a AKP û MHP’ê nirxand. 
 
Temellî anî ziman ku hilbijartina 24’ê hezîranê ji bo gelan firsendek gelek dîrokî û girîng e û got: “Em ê bi jin, kedkar û ciwanan re dest bidin destê hev û em bi serekftina vê hilbijartinê ji vê pergala ceberû rizgar bibin. 
 
‘DÊ GEL DI SINDOQAN DE BERSIVA TIRSA WAN BIDE’ 
 
Temellî diyar kir ku Tirkiye bi tirsê tê birêvebirin û di serî de jin û ciwan bi hemû hêzên demokrasiyê re wek gelên Tirkiyeyê dê li ser sindoqan bersiv bidin AKP’ê.
 
‘EM Ê DI 25’Ê HEZÎRANÊ DE BI HÊVÎ ŞIYAR BIBIN’ 
 
Temellî da zanîn ku wan îro li Mêrsîn û Îzmîrê starta hilbijartinê da û wiha dewam kir: “Hêj hemû partî razayî ne, lê em li kolanê dixebitin. Di demek kurt de em bi gelên xwe re ji zilma AKP’ê rizgar bibin. Çawa ku serê siba 8’ê hezîranê hemû gel bi hêvî ji xew rabû, dê bi heman awayî di 25’ê hezîranê de jî em ê bi hêviyê şiyar bibin. Heke hêvî hebe, kar heye. Me wek HDP’ê dizanibû dê hilbijartina pêşwext pêk bê. Ji ber vî awayî hemû amadekariyên me temam in. Lê îro yê ku ketiye nav tirs û xofê AKP’ê ye, lê em amadekariyê wan nizanin. Her çend amadekariyê wan hebe jî lê hemû dek û dolab in. Kî dikeve bin xofê, yên ku tirsa windakarina hilbijartinê bi wan re heye dikevin xofê. Çunkî dizanin heke hilbijartinê winda bikin, dê bên darizandin. Ji ber vê yekê di nav panîkê de ne.” 
 
Temellî got ku AKP bi tirsa windakirina hilbijartinê dijî û ji ber vê sedemê bi destê medya alîgir tirsê dixe nav gel û gefan li wan dixwe. 
 
‘EM XWEDÎ LI DENG Û SINDOQÊN XWE DERKEVIN’ 
 
Temellî banga xwedî derketina sindoqan kir û wiha domand: “Siyaset kirin xwedî derketina li mafê xwe ye. Xwedî li deng û sindoqên xwe derkevin. Li vir desthilatdariyek şaîbeyî heye. Ji bo vê yekê xwedî li sindoqan derbikevin. Em li ser kar û barên qeydên dengê xwe bixebitin û xwedî lê derkevin. Em bi xwedî derketina deng û sindoqan dikarin hemû dek û dolaban têk bibin.” 
 
‘TIRSA WAN DÊ DEMOKRASIYÊ BIAFIRÎNE’ 
 
Temellî destnîşan kir ku dê hilbijartin di serdema OHAL’ê de pêk were û got: “Ditirsin û di nav bêzariyê de ne. Ev lez û beza wan xofan wan dide nîşandan. ‘Tifaqa cuhmur’  ne tifaq e, tifaqa bazariyek qirêj e. Dixwazin demokrasiyê hin bêtir ber bi xerabiyê ve bibin. Dixwazin pêşiya hemû hêzên demokrasiyê bigirin û êdî ji aştîxwazan jî ditirsin. Ecelê bizinê tê nanê şivan dixwe. Dê ev tirs wan têk bibe û têk biriye jî. Tirsa desthilatdariyê bi xwe re hilbijartina pêşwext anî. Vê tirsa wan hêviya demokrasiya pêşwext afirand.”