HDP starta hilbijartinê li Mêrsînê da: Ji AKP’ê re şîmaqek kurdan lazim e

img

MÊRSÎN – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî starta hilbijartina zordest bi ziyaretkirina esnafên Halê ya Mêrsînê da. Temellî li tengezarî û pirsgirêkên esnafan guhdar kir û destnîşan kir ku ji bo rojên xweştir divê desthilatdariya heyî biçe û esnaf jî xwedî heman fikir e. 

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, Wekîla Serokên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîrayet Taşdemîr û heyeta li gel wan starta xebatên hilbijartina zordest li Mêrsînê dan. Temellî û şandeya pê re serê sibê zû esnafên Halê ya Mêrsînê ziyaret kirin. 
 
‘JI HEZAR ESNAFÎ 900’Ê WAN DEYNDAR E’ 
 
Temellî û heyeta pê re yek bi yek esnafan ziyaret kirin û li tengasî û pirsgirêkên wan guhdar kirin. Heyeta HDP’ê rastî eleqeyek mezin hat. Esnafek wiha derdê xwe vegot: “Em ji polîtîkayên hikumeta AKP’ê bêzar bûn e. Ji sedema van em birçî man. Divê AKP biçe.” 
 
Esnafek din jî wiha got: “Nêzî hezar esnafî li vê halê heye û deynê hemûyan heye. Nêzî 900 esnaf deyndarê bankayan e. Êdî esnaf xwîn digirî. Ez her roj nifira li vê hikumetê dikim. Divê êdî ev biçin.” 
 
'JI BO EM DIKARIN KREDIYÊN XWE BIDIN DIVÊ EM BIBIN ENDAMÊN AKP’
 
Esnafek din jî bal kişand ser polîtîkaya AKP’ê ya ku cotkar û esnafan nabîne û hemû kesî kaşkiriye nav çiarava deyn û wiha got: “Hemû kesî bi wadên vala dixapîne. Bi kurtasî ji bo em ne AKP’î ne em nikarin tiştekî bistînin. Ji bo em dikaribin bazirganiyê bikin divê, em bibin AKP’î. Wek ku Hevseroka me got ‘Ji van re şîmaqek kurdewar lazim e.’ Divê em şîmaqekî li wan bidin ku neyên ser hişê xwe.” 
 
Di dema ziyaretê de esnafek zebeş şikand û îkramî Temellî û heyeta pê re kir. 
 
‘ME XEBATA HILBIJARTINÊ BI ZEBEŞÊ SALÊ DA DESTPÊKIRIN’ 
 
Pişt re Temellî axaftinek kurt kir û got: “Me starta ewil a hilbijartinê li Mêrsînê da. Me li pirsgirêkên esnafan guhdar kir. Esnafên me di rewşek ne baş de dixebitin. Me starta ewil a hilbijartinê bi xwarina zebeşê salê yê ewil da.” 
 
Temellî û heyeta li gel wî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de dê saet di 13.00’an de li Salona Dawetê ya 33 bi gel re bên gel hev.