Temellî hilbijartina pêşwext nirxand: Em ê wan bavêjin çopdanka dîrokê

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, di civîna hevserokên bajar ên partiya xwe de axivî û got: “AKP-MHP ji hilbijartinên pêşwext bi hêvîne, lê emê wan bavêjin çopdanka dîrokê." 

Piştî Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî behsa hilbijartinên pêşwext kir, HDP’ê hevserokên bajaran li Navenda Giştî ya Partiyê kom kir û civîna asayî pêk anî. Hevserokên Giştî yê HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî beşdarî civînê bûn. Di civînê de li ser hilbijatinên pêşwext, rêxistînbûyînê, pêvajoya siyasî û xebatên ji du alî vê bên destpêkirin de, nîqaş hatin kirin. Sezaî Temellî di civînê de axivî û wiha got: “Em civîna xwe di pêvjoyek krîtîk de pêk tînin. Em di serdemek siyasî ya girîng re derbas dibin. Sala 2018’an saleke stratejîke. Em ê îro hem vê pêvajoya  krîtîk binirxînin û hem jî li ser bernameyên xabatê lêhûr bibin.” 
 
‘BANKERÊ HILBIJARTINA PÊŞWEXT DAXUYANÎ DA’
 
Temellî, diya kir ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî duh di civîna koma xwe de daxuyaniya hilbijartina pêşxwest da û wiha bilêv kir: “Birêz Buldan berî du hefteyan got ku dê hilbijartinên pêşwext pêk bên û duh jî bankerê hilbijartina pêşwext daxuyanî da. Em wisan dibêjin, ji ber ku wî bixwe di sala 2002 û 2015’an de heyrantiya hilbijartinên pêşwext kiribû. Her çiqasê AKP û Erdogan bêjin ‘di rojeva me de hilbijartinên pêşwext tune’ jî ber krîza heyî û welat ber bi rûxandinê de ve birin, dihêle ku hilbijatinên pêşwext bikeve rojeva me.  Êdî em bi koalîsyonek hêviyên wan ji dîrokên sembolik heyîn re rû bi rûne.”  
 
Temellî, anî ziman ku Bahçelî banga AKP’ê ya hilbijatinên pêşwext ragihand û wiha pê de çû: “Ji roja ku AKP bûye desthilatdar û vir ve diziyên mezin derketin holê û bêkarî mezin bû. Êdî rêveberiyek lewaz a nikare xwe bi domîne derketiye holê. Bahçeliyê wê demê banga hilbijartina pêşwext kir, nekarî bendavê derbas bike. Ji ber ku ev rastiya wî derket holê, ew ber bi bazareke qirêj ve birin. Em  dinava girêkeke krîzê ya topyekûn dene. Ev girêya krizê welat ber bi kendalê ve dibe. Hêviya wan ji hilbijatinên pêşwext hene, lê emê wan di hilbijartinên pêşwext de ber bi çopdanka dîrokê ve bibin. Ji ber ku gunehên wan pirin. Gelên Tirkiyeyê dê ji wan hesap bipirse.”
 
‘DAGIRKERIYA EFRÎNÊ JI HILBIJARTÎNÊ BÛ’
 
Temllî, da zanîn ku tu faydeya tirsê ji bo mirinê tuneye û wiha domand: “Hûn diçîn, hûn çiqas zû biçin ji bo vî walatê dê ewqas baştir be. Tirkiye 21 salin di şert û mercên OHAL’ê de dijî, îro carek din OHAL hat dîrêj kirin. Rewşa welat ya ji 7’ê Hezîranê û vir ve ketî navê li holê ye. Desthilatdarî ji bo li ser desthilatdariyê bimîne polîtîkayên şer bi rêve dibe û hewl dide xwe mayîn de bike. Îro bûyên li Efrînê tên jiyîn ji bo di hilbijartinê de temenê xwe dirêj bikeye. Her roj behsa qehremantiya OSO’yan dikin. Ev aciziya wan derdixwe holê.”
 
Temellî, destnîşan kir ku desthilatdariya AKP’ê armanca dike ku di şertên OHAL’ê de biçe hilbijatinê û wiha rêz kir: “Divê em li dijî OHAL’ê têkoşînê bi rêxistin bikin. Divê em îro li ser têkoşîna li dijî sazîbûyîna faşîzmê biaxivîn. Divê em li ser ên di sandiqan de dengên me didizin, dengên vîna siyasî ipotek dikin û hişmendiya qayyûman tayîn dikin nîqaş bikin û biçin plansaziyekê.  Partiya me 5 saliye û em 5 caran beşdarî hilbijartinan bûne û me gelek tecrûbe qezenc kirin. Ji ber vê divê hemû xebatên me tenê ne li ser hilbijatinê bin. Dibe ku li pêşiya me hilbijartin zû jî pêk bên û dereng jî pêk bên, lê divê bi tu awayî bernameyên têkoşînê û rêxistinbûyînê ne rawestin. 
 
Temellî, di berdewamiya axatina xwe de wiha got: “Em hemû hêzên ked û demokrasiyê dawetî vê têkoşînê dikin. Em bang li jin û ciwanan dikin. Em ber bi 1’ê Gulanê ve diçin. Divê em hemû vê têkoşînê mezin bikin. Ji bo têkoşîna demokrasiya bi hêz, divê hemû dînamîkên civakî li kêleka hev rawestin û bi hevre bi ser bixin. Banga HDP’ê dê bi hêz bin û partiyeke rê veke be. Bi hevdîtinên wiha yên mezin encex em karibîn faşîzmê têk bibin. Dem hatiye  ku em ji koalisyona AKP-MHP’ê xelas bibin. Ev ji bo başiya hemû welate. Êdî dema rûxandina vê hişmendiya tekparêz hatiye. Êdê dema em ji polîtîkayên şer û diziye xelas bibin hatiye.” 
 
‘TIRKIYE KETIYE ATMOSFERA HILBIJARTINÊN PÊŞWEXT’
 
Temellî, di dawiya axatina xwe de wiha got: “Ji pevşêwirînê zêdetir, îtîfaqek hatiye avakirin. Agahiya me jî daxuyaniya dûh a Bahçelî tunebû. Dibe ku ji bo diyarkirina dîroka hilbijatinê nêrîn hebe. Lê ji bxwe Tirkiye êdî ketiye atmosfera hilbijartinek pêşwest de. Ji ber ku êdî kes desthilatdariya heyî qebûl nake.”