STENBOL - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di mitînga Yenîkapiyê de axivî û wiha got: “Emrê wan ê siyasî tenê bi qasî mohrekî ma ye. Sibe dê bi mohrên her yek ji me derkevin rê.”
Mitînga fînalê ya Partiya Çepên Kesk a li Qada Yenîkapi ya Stenbolê ku bi dehhezaran kes tev li bûn, bi coşeke mezin bi dawî bû. Li qada mitîngê coşeke mezin hebû, girseyê li ber dahol û zirneyê xelekên govendê gerandin û zarokên li ber muzîkê bi coşê ketin alayên partiyê hejandin. Ji 7 salî heta 70’ê salî tevahiya qadê peyama “Em ê biguherînin” da. Gelek kesên ji nasnameyên cuda li qada mitîngê bûn û tekane daxwaza girseyê jî guherandina îktîdarê bû.
Silavên ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin şandin mohra xwe li mitîngê dan. Bi dehhezaran kesan dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Di mitîngê de hemû derdoran peyamên xwe dan û hat gotin ku dê bi têkoşîna hevpar re sibe “rejîma yekzilamî” were bidawîkirin.
'DIVÊ EV BIÇIN’
Piştre jî Kurdish Rap Performans derket ser dikê û coşa girseyê bi stranên rapa kurdî re derket lûtkeyê. Axaftinên siyasî yên li qata mitîngê li rexekê, di dema coşa muzîkê de em bi welatiyan re axivîn, tekane derket holê ku tekane daxwaza wan “guherîn” e. Di wê navberê de komeke ku dît rojnamegeran dîmenên wan dikişînin, nîşaneya serkeftinê kir û bi gotina “Divê ev biçin” daxwaza xwe anîn ziman. Gotina “Serkeftin a me ye” ya dayika kurd Sînem Guzul rewşa berxwedanê ya qadê vedigot û gotina “Ez li bi gelê kurd tirk û elewiyan re me. Divê ev biçin lewma ez li qadê me. Îşala dê sibe têk biçin. Zîhniyeta van xerab e.” welatiyê bi navê Alî Akay ê 70 salî peyama girseyê vedigot.
Welatiyê 73 salî Şemsettîn Yilmaz ku tev li hemû mitîngan dibe jî wiha got: “Ez ê tev li hemû mitîngan bibim. Me bedel dan û em ê xwedî li van bedelan derkevin.”
‘XETA ME RÊYA 3’YEMÎN E’
Ece Devrîm a EHP’î ku ji sedî 90 astengdar e jî peyama xwe wiha da: “Li vî welatî jin û LGBTÎ tên kuştin. Siyasetmedar di girtîgehê de ne. Serkefina di hilbijartinê de di berpirsyariya me de ye.” Welatiyên ku digotin naxwazin di navbera rejîma yekzilamî ya AKP-MHP’ê û feraseta demokrasiyê ya restorasyonvan a Tifaqa Milet de bimînin jî pankarta “Xeta me Rêya Sêyemîn e” qet danexistin.
SERLÊDANÊN JI BO MUŞAHIDIYÊ
Ji bo dilxwazên sindoqan li qadê stand hatibû vekirin, têkildarî cihê Partiya Çepên Kesk a di pusulayê de agahî hatin dayîn, her wiha qeydên muşahidan hatin girtin. Yên ku heta niha qet nebûna muşahid, hatin cem standê û ji bo bibin muşahid serlêdan kirin.
Piştî navbera muzîkê, Berdevkê Demê yê SMF’ê Bariş Kayaoglû axivî û wiha got: “Em ê wan bişînin sergoya dîrokê.” Li ser vê gotinê, girseyê bi yekdengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.
'ÊDÎ DÎROKA WAN A BIKARANÎNÊ BI DAWÎ BÛ’
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Sirri Sureyya Onder jî di mitîngê de axivî û ev tişt anî ziman: “Êdî dîroka bikaranîna vê desthilatê bi dawî bû û em ê wan bişînin qutuya paşveguherînê. Lê baweriya me nîne ku ev veguherin. Ew bi hezaran otobûsan bi kar tînin lê yên me tune ne. Ew afîşên janjanî li avahiyên xwe dikin lê yên me tune ne. Lê li cem me dil heye û ew jî ji vê mehrûm in. Tu kes nikare xwe li pêşiya têkoşîna her carê xwe ji xweliya xwe diafirîne bigire. Kê heta niha hewl dabe pirsgirêka kurd bi rêbazên ewlekariyê çareser bike, dawî li destilata xwe aniye. Van digot heke hewce bike em ê jehra baldiranê vexwin û wisa ketibûn rê lê jehra wan bo me û şerbeta wê bo wan ma. Tiştekî wiha nabe. Dê teqez aştî were van xakan. Yên ji her kesî xurttir em in ji ber ku heta niha tu hêzên ji mafdariyê bihêztir nehatine peydakirin.”
'EM Ê 24 SAETAN NE RAZÊN’
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar jî bi gotina “Sibe roja me ya serkeftinê ye” dest bi axaftina xwe kir û wiha domand: “Ji bo ku em serkeftina xwe teqez bikin pêdiviya me bi tiştekî heye. Em ê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Em ê 24 saetan ranezên. Li dijî tifaqa hîleyê em ê sindoqan biparêzin. Gelo hûn jî li gel me ne ku em di 15’ê gulanê de Tirkiyeyeke ku îktîdara AKP-MHP’ê tê de tune û ev zilma hêjayî me tê dîtin tê de tune ava bikin?
KOROYA TÊKÇÛYAN
Ez Stenbola ku dê qedera Tirkiyeyê diyar bike nas dikim. Heke Stenbol bixwaze dide qezenckirin û heke bixwaze jî dide windakirin. Me ev kir û dê dîsa bikin. Em ê qedera hilbijartina Tirkiyeyê li Stenbolê diyar bikin. Koroya têkçûyiyan anku berdevkên rejîma yekzilamî dîsa bang li kurdan dikin, em vê îktîdarê pir baş nas dikin, em wan ji fermana wan a zarok jî be jin jî be tişta pêwîst bikin nas dikin. Em vê îktîdarê ji Cemîleyê zarok nas dikin ku cenazeyê wê ji bo xera nebe di sarincê de hatibû sekinandin. Em vê îktîdarê ji qeyûman, ji zarokên kurdan ên li payerêyan hatin veşartin nas dikin. Em vê îktîdarê ji koalîsyona şer a bi MHP’ê re ave kirî nas dikin. Em vê îktîdarê ji polîtîkayên tecrîdê ku weke bendeke li pêşiya aştiyê ye nas dikin. Lewma dê dengê tu kurdan ji bo vê îktîdarê, ji bo vê zilmê neçe. Dê dengên kurdan ji bo têkoşîna xwe, ji bo dara xwe bên dayîn.
Ne tenê bi dengê kurdan lê hûn dê bi dengê her kesên we birçî hiştine têk biçin. Hûn dê bi nifirên kesên nikarin pariyeke nan bibin mala xwe têk biçin. Hûn dê bi tercîha 5 milyon kedkarên ji bo bijîn dixebitin biçin. Hûn dê bi kenê jinên ku hûn hewl didin bi tundî, komkujî û polîtîkaya necezakirinê serî pê bidin tewandin, bi dirûşma Jin, jiyan, azadî têk biçin. Hûn dê pir mezin têk biçin.
HILBIJARTINA HESABPIRSÎNÊ
Ev hilbijartin di heman demê de hilbijartina hesabpirsînê ye. Deklarasyona aştiyê, deklarasyona çareseriyê ya ku birêz Abdullah Ocalan di sala 2013’an de ji bo Newroza Amedê şandî îradeya we bû. Ev deklarasyon di bîra her kesên ji hatina aştiyê de ye. Em ê ji îktîdara ku Mutebeqeta Dolmabahçeyê tune hesibandî re bibêjin here. Em ê di vê hilbijartinê de ji îktîdara ku li hemberî aştiyê polîtîkaya tecrîdê xistî meriyetê û bi kompasên siyasî re hewl didin pêşî li ber têkoşîna demokrasiyê ya kurd û tirkan bigirin, ji rejîma yekzilamî er bibêjin here. Em ê aştî, demokrasî, wekhevî û azadiyê bi hev re ava bikin.
SIYASET QIRÊJÎ KIRIN
Çûyîna Partiya Çepên Kesk a Meclisê tê çi wateyê? Tê wateya nûnertiyeke xurt a gel, tê wateya komara demokratîk. Pergaleke beredayî ya bi navê pergala hikûmetê ya serokkomariyê anîn. Rejîma yekzilamî. Anku pergaleke ku heta ji bo alîkariyên erdhejê jî li devê tenê yekkesî dinêrin e. Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin. Em ê parlamentoya ku bi demokrasiya herêmî re hatiye xurtkirin, bi hev re ava bikin. Li Tirkiyeyê siyaset qirêjî kirin. Siyaset tevî xwîn û derewan kirin. Ji siyaseta demokratîk pir ditirsin. Ji ewil li şaredariyên me qeyûm tayîn kirin û piştre jî hevşaredarên me girtin. Li holê du wêne hene; yek jê îktîdareke ku nikare nelirêtiyên qeyûman veşêre û li hêla din jî hevşaredarên me yên şaredariyên gelparêz pêş xistin û bi salane di girtîgehan de ne û bi milyonan kurd hene ku piştgiriyê didin wan. Ev jî bo wan bû derd.
EMRÊ WAN TENÊ BI QASÎ MOHREKÊ MA YE
Emrê wan ê siyasî tenê bi qasî mohrekê ma ye. Sibe dê bi saya mohrên her yek ji me bikevin rê. Dîtin ku rejîma yekzilamî nikare wan jî xelas bike. Tu sozeke ku bikarin bidin gelên me tune ne. Lê ji bo terîqetên dijminên zarok û jinan sozên wan hene. Ji bo ku van sozên xwe bi cih bînin, dixwazin dîsa bibin îktîdar. Sozên wan ên ji bo xwezaya me talan dikin, hewayê me qirêjî dikin, sozên wan ji bo şîrketên netewî û biyanî hene, sozên wan ji bo çeteya 5’an heye û ji bo van sozên xwe bigire jî dixwaze bibe îktîdar. Lê tu sozeke wan ji bo gel nîne.”
Piştî axaftina Uçar, hunermend Îlkkay Akkaya derket ser dikê û mitîng bi stranên Akkaya bi dawî bû.