Partiya Çep a Kesk li Hatayê xebatên hilbijartinê didomîne

img
HATAY - Partiya Çep a Kesk li Hataya ku erdhejê tesîrek mezin li serê kir, xebatên xwe yê hilbijartinê didomîne. 
 
Partiya Çep a Kesk xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Partiya Çep a Kesk  û pêkhateyên xwe li navçeya Defne ya Hatayê serdana gel kir. Li taxan behsa girîngiya hilbijartina 14’ê Gulanê hat kirin. 
 
Hevserokê HDP’a Hatayê Kerem Nalbant di civîna gel a li taxa Guzelyayla de axivî û bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û diyar kir ku ew ê di hilbijartinê de hesab ji îktidarê bipirsin. 
 
Endamê Meclisa Partiyê yê HDP’ê Reşat Aşan jî anî ziman ku ew ê bixebitin û bi 100 parlamenterî biçin Meclisê û xwest her kes dengê xwe bide Partiya Çep a Kesk. 
 
Piştre li taxa Çekmece ya Defneyê civîna gel hat lidarxistin. Siyasetmedaran danasîna Partiya Çep a Kesk kirin û xwestin her kes mohra xwe li binê dara Partiya Çep a Kesk bixe da ku ew vê îktidarê têk bibin.