Strana kurdî ya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk: Dîsa Em

ENQERE - Danasîna strana “Dîsa Em” a hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk ku gotinên wê ji aliyê Mihemed Pîrosî ve hatine nivîsandin û muzîka wê ji aliyê Hunergeha Welat ve hatiye hûnandin, hat kirin. 
 
Bakurê Kurdistanê û Tirkiye gav bi gav ber bi hilbijartina serokkomariyê û giştî ve diçe. Partiya Çep a Kesk jî ku di bin sîwana Tifaqa Ked û Azadiyê de dê biçe hilbijartinê zend û bendên xwe bada ye. Partiya Çep a Kesk îro li hotêlek Enqereyê Danezana Hilbijartinê eşkere kir. Di civîna lansmanê de danasîna strana kurdî ya hilbijartinê jî hat kirin. Gotinên stranê aydî helbestvan Mihemed Pîrosî ne û muzîka wê jî ji aliyê Hunergeha Welat ve hatiye hûnandin. Danasîna strana ku klîb jê re çêkirine, hat kirin. 
 
Gotinên strana hilbijartinê ya “Dîsa Em” a Partiya Çep a Kesk wiha ye: 
 
 
"Li her derê em hene  
 
Şiyar û amade ne 
 
Bawerî coş û ken e
 
Hêvîya gelên xwe ne        
 
 
Dîsa dîsa em
 
Xeta serfîraziyê
 
Dîsa dîsa em
 
Her tişt ji bo azadiyê
 
 
Vê dizî û wêranê    
 
Em rê nadin talanê
 
Li dijî marastinê 
 
Em hêza berxwedanê
 
 
Dîsa dîsa em
 
Xeta serfîraziyê
 
Dîsa dîsa em
 
Her tişt ji bo azadiyê
 
 
Em hêza demokrasiyê 
 
Wekhevî û biratiyê
 
Li hember zilm û zoriyê
 
Em hêza mirovahiyê
 
 
Dîsa dîsa em
 
Xeta serfîraziyê
 
Dîsa dîsa em
 
Her tişt ji bo azadiyê
 
 
Jin, jiyan û azadî
 
Hejandin cotên kezî
 
Cîwan bi yek awazî
 
Ji bo serkeftinê dibezî
 
 
Dîsa dîsa em
 
Xeta serfîraziyê
 
Dîsa dîsa em
 
Her tişt ji bo azadiyê"