Bayindir: Nêze ku kurd azad bibin

img

AGIRÎ - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Agiriyê axivî û bal kişand ser êrişên ser kurdan. Bayindir got; “Heke em têbikoşin dê destkeftiyên mezin bi dest bixin. Çi dikin bila bikin lê kurd gelek nêzî azadiyê ne.” 

Hevserokê nû yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hat diyarkirin. Hevserokên nû li Eywana Konferansan a Rêxistina HDP’a Agiriyê bi torenekê hate aşkerakirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, endamên Meclisa Partiyê (PM) û gelek kes beşdarî torenê bûn. Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Bayindir axivî. Bayindir, diyar kir ku dê tu carî serî li ber polîtîkaya dijminatiyê ya AKP-MHP’ê netewînin û azadiya gelê kurd gelek nêz e. 
 
‘KURDAN TU CARÎ SERÎ NETEWAND’
 
Bayindir, anî ziman ku ev sed sal in polîtîkaya dewletê li ser bingeha tolhildana ji kurdan û têkbirina wan e û wiha domand: “Xwestin me qels bikin û ji bo bitirsînin serî li her rêyê dan. Xwestin desthilatdariya xwe li ser bingeha dijminatiya kurd qewî bikin. Lewma di her qadê de li dijî kurdan polîtîkaya dijminatiya li kurdan meşandin. Lê kurdan tu carî li hemberî wan serî netewand. Erdogan û Bahçelî niha pêşengtiya vê dijminatiyê dikin. Ev tifaq hewl didin tola sedsalan ji kurdan hilînin. Ji Zîlanê heta Robosê û Agiriyê, gelek komkujî li kurdan kirin lê me tu carî dev ji doz, çand, ziman û xaka xwe berneda. Ji ber ku baweriya me bi gel, pêşeng, tevger û siyaseta me hebû.” 
 
‘DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’
 
Herî dawî jî Bayindir ev tişt anî ziman: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo ku di hilbijartinên 2023’yan de bi ser keve, polîtîkaya tunekirina tevgera kurdan dimeşîne. Ji ber ku di destê wan de tenê dijminatiya li dijî kurdan ma ye. Lê divê baş pê bizanin ku kurdan di van 50 salan de ji her alî ve li ber xwe da. Bedela wê çi dibe bila bibe dê ji vir û şûnde jî serî netewînin. Ew çi dikin bila bikin lê kurd pir nêzî azadiya xwe ne. Heke em têbikoşin dê destkeftiyên mezin bi dest bixin. Dem dema kurdan û destkeftiyên kurdan e. Ji sala 2015’an ve bi pêşengtiya siyaseta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êdî tu pirsgirêka bendê ya partiya me nema ye.” 
 
Piştî axaftina Bayindir nîqaş hatin meşandin û Meryem Gur û Melîk Uzmuş weke Hevserokên HDP’a Agiriyê hatin hilbijartin.