ENQERE - Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier da zanîn ku di kongreya DBP’ê de rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka kurd de dîsa hatiye destnîşankirin û wiha got: “Pirsgirêka kurd, bêyî Ocalan çareser nabe.”
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di 27’ê sibatê de bi dirûşma “Bi civaka rêxistinkirî re ber bi jiyaneke azad ve” 6’emîn Kongreya Awarte li dar xist. Di encama kongreyê de Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir dîsa weke Hevserokên Giştî yên DBP’ê hatin hilbijartin. Ji Colemêrgê heta Stenbolê, ji Edeneyê heta Kirşehîrê, bi hezaran kes di kongreyê de amade bûn. Di kongreyê de rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka kurd de hat destnîşankirin û daxwaza berdana Ocalan mohra xwe li kongreyê da. Hem di axaftinên beşdaran de û hem jî di peyamên ji kongreyê re hatibûn şandin de bal kişandin ser yekitiya neteweyî ya gelê kurd. Yek ji mijarên sereke yên kongreyê jî zimanê dayikê bû ku DBP dê di demên pêş de di vê mijarê de xebatên berfirehtir bike. Li dijî zextên li ser ziman û çanda kurdî, di kongreyê de gelek caran dirûşmên bi kurdî hatin berzkirin.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Îmam Taşçier têkildarî peyamên kongreyê ji ajansa me re axivî.
YEKITIYA NETEWEYÎ Û ROLA OCALAN
Îmam Taşçier anî ziman ku kongre baş derbas bûye û wiha got: “Mijara çareserkirina pirsgirêka kurd û Rêya 3’yemîn di kongreyê de baş hatin nîqaşkirin. Hat destnîşankirin ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe û ji bo vê gav neyên avêtin, dê Tirkiye jî nekare demokratîk bibe. Her wiha tifaqa di navbera kurdan de jî di kongreyê de derket pêş û hat gotin ku dê xebatên ji bo vê bên xurtkirin. Yek ji mijarên sereke yên kongreyê, rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan û amadekirina şert û mercên ku bikare raste rast nêrînên xwe bi gel re parve bike bû. Pirsgirêka kurdan, bêyî Ocalan çareser nabe. Heta nikarin ji bo çareseriyê gavan jî biavêjin. Her wiha hat gotin ku divê birêz Ocalan di çareserkirina pirsgirêka kurd de weke rêberê gelê kurd bê qebûlkirin.”
BIRYARDARIYA NEWROZÊ
Taşçier got ku hemû kes lihev bû ku Newroza îsal baş derbas bibe û wiha domand: “Di kongreyê de hat diyarkirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, dema li pêşiya me gelek krîtîk e. Divê nîqaşên derheqê pirsgirêka kurd de pêş bikevin. Nexwe dê şer kûrtir bibe û ev şer dê bi kêrî karê tu aliyan neyê. Ji roja damezirandina Komarê Tirkiyeyê heta niha polîtîkaya înkar û tunekirinê tê meşandin. Her carê digotin têkoşîna kurdan têk çû lê belê kurd her carê hîn xurtir derketin holê.”
ABORÎ GIRÊDAYÎ PIRSGIRÊKA KURD
Bi domdarî Taşçier destnîşan kir ku bi pirsgirêka kurd re dikare pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê jî bên çareserkirin û wiha bi dawî kir: “Darbeya 12’ê Îlonê, ji Tirkiyeyê 50 sal xwarin. Piştre jî zextên li ser kurdan zêde bûn. Valakirina gundan û cînayetên kiryarnediyar çend mînakên ji van zextan in. Her wiha qeyranên aborî yên 94 û ya 2000’an jî ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd rû dan. Her ku zexta li ser kurdan zêde bû, aborî jî biçûktir bû. Ji ber ku pereyê dewletê bo şer xerc dikin. Di salên 2010’an de ji bo demokrasiyê hinek gav hatin avêtin û di sala 2013’an de jî Pêvajoya Çareseriyê dest pê kir. Di van salan de aboriya welêt xwe hinek komî ser hev kir. Lê di sala 2015’an de bi destpêkirina şer re aboriya Tirkiyeyê di nava 7 salan de kete halê heyî. Aboriya Tirkiyeyê girêdayî çareserkirina pirsgirêka kurd e. Nexwe nepêkane ku tejbîrek li krîza aborî bê kirin. Di demên hewldanên demokrasiyê de rewşa aboriyê baş dibe û di rewşa şer de jî xerab dibe. Mînak; li seranserî cîhanê yek ji bihêztirîn aboriyên cîhanê ya Îranê ye. Lê belê ji birçan qira xelkê wan hatiye.”