Uca hikûmetên Elmanya û Tirkiyeyê hişyar kir: Bazara xwîna kurdan nekin

img

ENQERE – Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca ya ku bi salan li Parlamentoya Ewropayê siyaset kir bal kişand ser geşedanên hikûmetên Elman û Tirkiyeyê ya li ser kurdan bazariyê dikin û pirsa: “Ma ev hemû tesadufî ne?" kir. 

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca ya ku bi salan li Parlamentoya Ewropayê siyasete kir, têkiliyên Elman û Tirkiyeyê û çekên Elman ên di operasyona Efrînê de tên bikaranîn nirxand. Uca da zanîn ku di pêvajoyên di navbera têkiliyê Elman û Tirkiyeyê de qeyran hene li ser kurdan bazarê dikin û got: “Ji bo Elmanya kuştina mirovên sivîl û pitikan ne girîng e. Ji bo wan a girîng firotin û bazirganiya çekan e.”
 
'LI SER KURDAN BAZARIYÊ DIKIN’ 
 
Uca îşaretî qewimandinên geşedanên navbera hikûmetên Tirkiyeyê û Elmanya kir û wiha got: “Pirsgirêkên rehîn girtina Tirkiyeyê ya Elmanan, xebatên MÎT’ê, qeyrana Încîrlîkê û qedexekirina mitîngên AKP’ê yên li Elmanya hene. Ewqas li dijî hev diranan ji hev re sîçiliqandin, lê îro Wezîrê Karê Derve yê Elman çayê ji Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê re çêdike. Roja Elmanya Tirkiyeyê bi çayê diezimand, li Elmanya êrîşî çalakiyên demokratîk ên kurdan kirin. Dest danîn ser alên çalakgeran û destûr nedan wan. Roja ku dîlgirtiyên Buyukada hatin berdan, li Elmanya destûr nedan çalagerên kurd. Îro jî Denîz Yucel hat berdan, bi heman awayî destûrê nadin çalakiyên kurdan. Ev çawa dibe? Ev hemû tesadufî ne? Nexwê Elmanya û Tirkiye, li ser kurdan bazarê dikin.” 
 
'DERD Û KULÊ ELMANYA EW E ÇEKAN BIFIROŞ E’ 
 
Uca destnîşan kir ku hemû dewlet û partî li ser kurdan bazarên cûr bi cûr dikin û got: Dewleta herî zêde çekan difiroşe Tirkiyeyê Elmanyaye. Derdê Elmanya ne dihatûya kurdan û mirina kurdan e. Tekane derde Elmanya ew e ku çekên xwe bifiroşe Tirkiyeyê û aboriya xwe xûrt bike. Ji ber vî awayî di navbera Tirkiyeyê û Elmanya de gelek bazarên qirêj tên kirin. Tankên Elman dîsa li dijî kurdan bikar tînin. Di salên 1990’an de bi tankên Elman gundên kurdan hatin şewitandin û hilweşandin û mirovên sivîl hatin kuştin. Îro jî dîsa bi heman rengî bi tankên Elman mirovên sivîl li Efrînê tên kuştin.” 
 
'ELMAN LI DIJÎ EFRÎNÊ ROLA SÊ MAYMÛN DILEYÎZE’ 
 
Uca anî ziman ku raya giştî ya Elman ji ber çekan difiroşin Tirkiyeyê aciz e û Almanya bi firotina çekan demorkasiya xwe binpê kiriye. Uca diyar kir ku Elemanya li dijî Efrînê rola sê maymûn dileyîze û got: “Hikûmeta Elman ji bo pêdiviyên xwe bi siberoja kurdan dileyîze. Divê ku hikûmeta Elman ji xwe haydar be.” Uca di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna kurdan û dostên wan û got ku dîrok bi têkoşîna kurdan teşe digire. 
 
MA / Selman Guzelyuz