Sendroma Efrînê zû dest pê kir

img

ENQERE- Nûçeyên ku tê gotin YPG û rejîma Esad di warê parastina Efrînê de li hev kirine, li Tirkiyeyê seriyan tev li hev dike. Derdorên nêzî AKP'ê wisa difikirin ku Esad ji aliyê DYA'yê ve tê berhêlîkirin, hin derdor jî vê yekê bi guherandina helwesta Rûsyayê ve girêdidin. 

Êrîşên li hemberî Efrînê di roja 32'yemîn de didomin. Nûçeyên ku tên gotin YPG û rejîma Esad di warê parastina Efrînê de li hev kirine, li Tirkiyeyê serê mirovan tev li hev dike. 
 
RAYEDARÊN HIKÛMETÊ LI SER HEVDU DAXUYANÎ DAN 
 
Tevî ku nûçe hatin derewandin jî, payebilindên rêveberiya AKP'ê li ser hevdu daxuyanî dan. Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû, piştî civîna Desteya Wezîran Berdevkê Hikûmetê Bekîr Bozdag û piştî wî jî Qesrê daxuyanî dan. 
 
QESRÊ JÎ DAXUYANÎ DA 
 
Berdevkê Serokomartiyê Îbrahîm Kalin jî, îdiaya ku li Efrînê Esad û YPG'ê li hev kirine wekî "propagandayê" wesifand. Kalin di hesabê xwe yê civaka medyayî de wiha got: "Aşkere ye ku nûçeyên tê gotin di mijara Efrînê de rejîm û PYD/YPG'ê li hev kirine propaganda ne. Lê belê ev nayê wateya ku hin bazariyên nepen û qirêj nayên kirin. Kî çi dike bila bike, lê wê Tevgerîna Şaxên Zeytûnê bi awayekî bibiryar bidome û bigihîje hedefa xwe." 
 
Her wiha hin derdorên nêzî AKP'ê jî di vê mijarê de dest bi nivîsandina senaryoyên nû kirin. Ergun Dîlerê ku nêzî AKP'ê ye û bi nivîsên xwe yên teoriya komployî balê dikişîne, derpêş dike ku Esad ji aliyê DYA'yê ve tê berhêlîkirin. Dîler di vê der barê de wiha dibêje: "Pentagonê ji Esad xwest leşkerên xwe bişîne EFRÎNÊ! Xaleke hîn balkêştir hebû! Me nizanibû! Kesên YPG'ê bi rê ve dibin bi rojan li ŞAM'ê bi serkanên ESAD re civîn çê dikirin. Ne ez, çapemeniya DYA'yê van tiştan dinivîsîne! Taliyê duh dîmenên leşkerên Esad an jî komên nêzî Esad ên li ser riya Efrînê derketin! Kî ev kes şandin, mebest çî ye, Rûsya li kuderê ye? Ev pirsên girîng in! Ger ŞAM guh dide gotina DYA'yê divê Rûsya bêdeng nemîne, lê nikare derkeve pêşberî DYA'yê jî! Di vê rewşê de tenê DYA bi ser dikeve! Moskowa vê yekê dizane... Tirkiye ji destpêkê ve hewl dide bi Esad re pêwendiyê daneyne. ENQERE'yeke ku gavên Esad davêje rasterast bi Moskowa, bi PÛTÎN re diaxive heye! Ger Esad leşkeran dişîne Efrînê û Rûsya jî bêdeng be, nexwe divê hin tiştên wan ên me qaneh bikin hebin!" 
 
SERÊ NIVÎSKARAN TEV LI HEV E 
 
Mehmet Barlas jî "Ji bo Efrînê ketina dewrê ya Esad" ecêb dibîne. Akîf Bekî jî diparêze ku hevsengên lîstikên ku li Sûriye û Efrînê diguherin wê bi Tirkiyeyê nedin qezenckirin. Bekî wiha dibêje: "Dema DYA winda bike wê Rûsya bi ser bikeve, Rûsya winda bike wê DYA bi ser bikeve. Yanî Tirkiye bi ser nakeve, emperyalîzm jî têk diçe." Nivîskarên wekî Serdar Tûrgût jî derpêş dike ku bi meseleya Efrînê re wê kurd ji aliyê emperyalîstan ve bên "bikaranîn". Bi vê yekê jî diyar dibe ku ka di warê Efrînê de serê çapemeniya AKP'ê çi qas tevlihev e. 
 
SENDROMA EFRÎNÊ 
 
Tevî ku hêzên kurd vê yekê diderewînin jî, lê belê rageşiya siyasî ya li Enqereyê zêde dibe û serê çapemeniya AKP'ê bêtir tevlihev dibe. Ev tevlîhevî ji hêlekê ve jî wekî semptomên pêşwext ên sendroma Efrînê tên wesifandin.