Gunay: Em li dijî tecrîd û faşîzmê pêngava antî faşîzmê didin destpêkirin

img

STENBOL - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bal kişande ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Pêwiste rakirina tecrîdê daxwaza her kesî be.” Her wiha Gunay got ew li dijî bloka faşîst pêngava bloka demokrasiyê didin destpêkirin.  

 
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay piştî civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê li avahiya Rêxistina Bajêr a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist û li ser geşdanên di rojevê de ne axivî. 
 
Gunay bal kişande ser êrişên nîjadperest ên li Sakaryayê û Afyonê li dijî karkerên kurd û li Wanê rakirina tabêlaya kurdî, navçeya dîrokî ya Heskîfê ku di bin bendavê de hiştin, guherandina navên cih û warên kurdî û got: “Navê vê rejîmê faşîzm e, haveynê wê jî nijadperestî ye."
 
Gunay diyar kir ku li Tirkiyê bi rengekî aşkere “rejîma apartheîd'ê” tê avakirin û ew dikarin bi avakirina blokeke demokrasiyê pêşî li vê bigirin.
 
'KEDKARÊN KURD NE BÊXWEDÎ NE'
 
Gunay ji bo pêşî li êrişên nijadperest were girtin bang li rayedaran kir û got: “Em li vir dengê xwe li van revdeyên nîjadperest dikin, kedkarên Kurd ku dewletê ew hewceyî pariyek nan kirine, ji cih û warê wan kirine ne bêxwedî ne û ne bi tenê ne."
 
Gunay bal kişand ser polîtîkaya destidirêjiyê ya li bi destê esker û polîsan pêk tê û wiha got: “Hişmendiya ku dema Terteleya Dersimê ya 38'an jin û keçên Kurd direvandin, êrîşa zayendî dianî ser wan îro jî li Kurdistanê wê wêrekiya tecawizê nîşan didin. Têkoşîna rêxistinî ya jinê ku li ti qadê ji têkoşîna xwe bi paş ve gav navêje wê ti caran destûra hişmendiya wiha bijehr nede.”
 
'RAKIRINA TECRÎDÊ DIVÊ DAXWAZA HER KESÎ BE'
 
Gunay bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha domand: "Divê êdî em derheqê aştiyê biaxivin. Aktorê herî girîng ê aştiyê Birêz Ocalan e, ku tecrûbeyên wî yên berê yên derheqê aştiyê hê dimînin. Di wê pêvajoyê de ku Rêzdar Ocalan di nav de bû, me hemûyan dît ku dema îhtîmala aştiyê çêdibe meseleyên civakî çawa bi rehetî têne axaftin û bi rehetî em hev fêhm dikin. Her roja ku aştî pêk nehatî meseleyên vî welatî girantir bûn, em hemû bi hev re bûne şahidê vê. Ji ber vê rakirina astengên li ber Ocalan da ku keda xwe li aştiyê zêde bike, bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê belkî jî Kurdan bêhtir divê daxwaza Tirkan be. Çi kesê ku çareseriyê dixwaze divê bixwaze ku tecrîd rabe."
 
'EM LI CEM TTB'Ê NE'
 
Gunay derheqê gefên Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî yên li ser Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) jî got: "Ev hişmendiya ku gefê li TTB'ê dixwe divê hedê xwe  zanibe" û diyar kir ew li cem TTB'ê û bijîşkan in.
 
'EM TÊKOŞÎNA BLOKA ANTÎFAŞÎST DIDIN DESTPÊKIRIN'
 
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay herî dawî got ji bilî derdoreke berteng xetere li ser her kesî heye û wiha got: “Her kes muxatabê van êrişan e, êriş her ku diçin berfirehtir û girantir dibin. Tenê bi têkoşîna hevpar mirov dikare pêşî li vê bigire, bi tevgera hevpar, bi avakirina bloka têkoşînê ya antîfaşîst. Hemû geşedan û rûdan weke peywirekê ev li ber me daniye.  Em HDP demildest têkoşîna avakirina bloka antîfaşîst a herî berfireh didin destpêkirin. Em bang li tevahiya gel dikin ku ji vê rewşê aciz in di nav bloka antîfaşîst de cih bigirin, xwe bidin ber hewldana avakirina welatekî demokratîk. ''