Dag: Desthilatdarî hebûna xwe bi pêkanînên JÎTEM’ê didomîne

img
AMED – Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, diyar kir ku bi revandina endamên meclisa ciwanan a partiya wan tê xwestin ku xebatên partiya wan bên îllegaîzekirin û wiha got: “Desthilata AKP’ê hebûna xwe bi pêkanînên JÎTEM’ê didomîne.”
 
 Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê timik ji aliyê kesên ku xwe weke polis didin nasîn ve tên revandin û sîxurtî li wan tê ferzkirin. Ji sala 2018’an ve li Enqereyê 15, li Wanê 3, li Stenbol û Amedê 10 bi giştî 28 ciwan hatine revandin û sîxurtî li wan hatiye ferzkirin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, van zextên li ser ciwanan nirxand.
 
PÊKANÎNÊN JÎTEM’Ê
 
Parlamenter Dersim Dag, diyar kir ku zextên li ser ciwanên partiya wan di sala 2010’an de hatine destpêkirin û piştî Hewldana Darbeya Leşkerî ya 15’ê Tîrmehê hatiye kûrkirin û wiha got: “Polîtîkayên mijarê gotinê ne mîna pêkanînên JÎTEM’ê yên salên 1990’î ne. Xebatên ciwanan bi destê desthilatê ten îllegalîzekirin. Revandin û ferzkirina sîxurtiyê bi awayekî vekirî tê kirin. Ji ber xebatên xwe yên li dijî tacîz, tecawiz û hişbirê ciwanên partiya me di hedefa desthilatê de ne. Ji ciwanan re tê gotin ku bişewitîne, hilweşîne tu tiştek bi te nabe. Cîwanên ku sîxurtiyê qebûl nakin jî gefên girtin tên xwarin. Ev hemû pêkanînên JÎTEM’ê ne. Desthilata AKP’ê hebûna xwe bi pêkanînen JÎTEM’ê didomîne.”
 
‘BI KAMPANYAYÊ RE ÊRIŞ ZÊDE BÛN’
 
Dag, xebatên meclisa ciwanan a partiya wan ên salên 2018, 2019, 2020’an bi bîr xist û destnîşan kir ku xebatên ciwanên wan ji hêla gel ve baş hatine pêşwazîkirin û ev tişt anî ziman: “Piştî van kampanyayên ku ji gel piştgirî girtin zextên li ser ciwanan zêde bûn. Sedemeke din jî bêencammayîna daxwaza wan a serberjêrkirina ciwanan e. Desthilat dizane ku heke ser bi ciwanên ku li dijî polîtîkayên wan ên faşîzane dertên bide berjêrkirin dê her tiştî bi civakê bide kirin. Dixwazin ciwanên ku têkoşîna demokrasî û azadiyê didin tune bikin. Wê ciwan desthilatê ji textê bikin û çûna wê pêk bînîn. Ji ber van sedaman ciwanan ne li gorî dilê wan in.” 
 
LÊPIRSÎN VENABIN 
 
Di berdewamê de Dag, da zanîn ku derbarê 28 ciwanên wan ku ji sala 2018’an ve hatine revandin de lêpirsîn nehatine destpêkirin û nirxandina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Kesên ku hevalê me Lîder Polat li Stenbolê revandin, li gel ku serçavê wan vekiriye û nasnameya wan dikare bê tespîtkirin jî derbarê wan de lêpirsîn nehat destpêkirin. Dîsa li Wanê kesên ku hevala me Buşra Koyûn revandin, li gel ku nasnameya wan dikare bi mobeseyan bê tespîtkirin û giliya wan li dozgeriyê hat kirin jî derbarê wan de lêpirsîn nehat destpêkirin. Heta berovajî derbarê kesên ku revandin de ne derbarê kesa ku hat revandin de lêpirsîn hat destpêkirin. Ev jî nîşan dide ku kesên tevlî van revandinan dibin ji kur hêz digirin.”
 
MA / Ergîn Çaglar