Kamaç: Li dijî êrişan ji bilî avakirina yekitiya neteweyî rêyek din nemaye

img
WAN – Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Însan (PÎA) Mehmet Kamaç, diyar kir ku êrişên di demên dawîn de li dijî kurdan pêk tên girêdayî polîtîkayên desthilatê ne û ev tişt got: “: Li hemberî van êrişan ji bilî înşakirina yekitiya neteweyî  rêyek din nemaye.”
 
Li Tirkiyeyê, ji ber polîtîkayên ku ji hêla hikumetê ve tên meşandin, li Sakarya û Afyonê li hemberî karkerên kurd êrişên nîjadperest pêk hatin. Dîsa li Edîrneyê ciwanekî kurd ku leşkeriya bi zorê dikir, hat lînckirin. Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Însan (PÎA) Mehmet Kamaç, derbarê van êrişên nîjadperest ku di bingeha xwe de nasnameya kurd hedef digirin axivî û nirxandinan kir. 
 
‘PARA HERÎ PIR A DI ÊRIŞAN DE YA DESTHILATÊ YE’
 
Mehmet Kamaç, diyar kir ku bi sedan salan e li hemberî kurdan êriş pêk tên û wiha got: “Bi polîtîkayên AKP’ê ev êriş hê zêdetir bûne. Ev êriş jî nêzikbûna Pirsgirêka Kurd nîşan didin. Ev rewş encama ziman û polîtîkayên li dijî kurdan ên desthilata ku 20 sal in welat bi rê ve dibeye. Di encama polîtîkayên desthilatê yên li dijî kurdan de her roja ku diçe êrişên li ser kurdan zêdetir dibib. Êrişa li Sakarya, Afyon û destdirêjiya li Êlihê mînakên vê yekê ne. Heta ku van pêkanînên faşîzane yên desthilatê bidomin dê êrişên bi vê rengî berdewam bikin.”
 
‘HIQÛQ JI BO HERKESÎ PÊWÎST E’
 
Kamaç, bi bîr xist ku di tevahiya dîroka Komara Tirkiyeyê de pirsgirêkên demokrasî û hiqûqê hebûne û ev tişt got: “Di rewşa îroyîn de ev pirsgirêk derketine asta herî jor. Hê duh Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû gef li Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn xwar. Dewlet bi hiqûq, hiqûqa navxweyî û hiqûqa navneteweyî tên birêvebirin. Lê îro Tirkiye bi gotinên kesekî tê birêvebirin. Pisporê ku dibe sedema bidawîkirina jiyana keçeke ciwan û dibêje, ‘Tiştek bi min nabe’ tê berdan û kesên ku li Sakarya û Afyonê mirovan qetil dikin nayên cezakirin. Em difikirin ku di demên pêş de mînakên bi vî rengî zêde bibin. Ev jî rewşeke bi fikar e. Em bang li herkesî dikin ku ji vê çûna nebaş re bibêjin bes e. Hiqûq ji bo herkesî pêwîst e.”
 
RÊYA ÇARESERÎ YEKITIYA NETEWEYÎ YE
 
Di berdewamê de Kamaç, bal kişand ser tiştên ku li dijî êrişên li ser xwe divê kurd bikin û wiha pêde çû: “Yekitiya Neteweyî ji bo kurdan gelek girîng e. Li Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo kurdan ji bilî yekitiyê neteweyî tu rêyeke çareseriyê tuneye. Divê rewşa dewletên ku muxatabên kurdan e baş bê nirxandin. Li Rojhilata Navîn bi sedan salan e tifaqên dewletan hene. Li kudera Cîhanê dibe bila bibe van dewletan li dijî statuya kurdan tifaqan çêdikin û sekinîne. Li dijî êrişên nîjadperest jî divê kurd yekitiye xwe ya neteweyî ava bikin û ji bilî vê rê û rêbazeke din nîne. Di 3-5 sal ên pêşiya me de pêkanîna yekitiye neteweyî ji kurdan re gelk destkeftiyan bîne. Ev ji bo kurdan mijara mayîn û nemanê ye. Lewre banga me li hemû partî, komele, sazî û kesan e ku hemû cudahiyên xwe deynin aliyekî û berpirsyariya xwe yekitiya neteweyî bînin cih.” 
 
 MA / Cemîl Ûgûr