PÎA’yê bang li aliyan kir: Ji bo pirsgirêka kurd hêza xwe bikin yek

img

WAN – Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç bang kir ku îqtîdar dest ji polîtîkayên xwe yên şer berde û ji bo çareseriya pirgirêka kurd bang li aliyan kir ku hêza xwe bikin yek. 

 
Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) li Navenda Giştî ya li Wanê têkildarî çareserkirina pirsgirêka kurd civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên partiyê beşdarî civînê bûn. Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç daxuyanî da û ji bo çarseriya pirsgirêka kurd banga yekîtiya hêzê li aliyan hemû kir. 
 
Kamaç diyar kir ku Tirkiye xwedî “feraseta demokrasiyê ya külek e” û bi awayek sîstematîk hin bêtir ber bi rejîma totalîter ve diçe û got: “Ewlehiyên qanûna bingehîn, qanûn, yasa tên binpêkirin û her tişt veguheriye formata rejîma yek zilamî. Muxalîf tên bêdengkirin. Bi destê polîsan muxalîf tên bêdengkirin. AKP zimanek cihêkariyê bikar tîne û MHP’ê jî xistiye bin çenge xwe û bi gotinên nijadperest welat birêve dibin. Di esasê xwe de AKP bûye MHP. Li vî welatî rastiya pirsgirêka kurd ku nayê çareserkirin heye. 100-150 sal e nayê çareserkirin. Meseleya kurd ji rastiyê, maf, edalet û hiqûqê dûr dixin. Polîtîka dîsa vegeriyaye serê ewil.” 
 
POLÎTÎKAYÊN ŞER 
 
Kamaç anî ziman ku yek ji meseleyên Tirkiyê ku herî zêde girîng e pirsgirêka kurd e û got: “Gelê kurd ji sed salî zêdetir e bi polîtîkayên înkar, pişaftin, komkujî, mirin, sirgûn û koçberiya neçarî rûbirû mane. Jiş mafên xwe yên herî sereke û bingehîn mehrûm hatine hiştin. Pirsgirêka kurd bi operasyon û zordestiyê dixwazin çareser bikin. Bi polîtîkaya zext, girtin, qeyûm û tepisandinê nehat çareserkirin û wê neyê çareserkirin jî. Ev mesele bi polîtîkayê şer vediguhere meseleya kangrene. Mînaka van polîtîkayên înkarkirina kurdan ên herî şênber li Êlihê destdirêjiya li ser jina 18 salî, êrişên nijadperest li dijî karkerên kurd ên li Sakarya û Afyonê xwe dan nîşandan.” 
 
‘EM AMADE NE’ 
 
Kamaç destnîşan kir ku pêwîste ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd rêbazên aştiyane werin li pêşxistin û got: “Em ji bo bepirsiyariyê amade ne. Bila meseleya kurd li vî welatî nekin meseleya amûra hilbijartinê.” 
 
Kamaç got di serî de ew ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bang li CHP’ê û partiyên muxalefetê dikin û meseleya kurd bikin rojeva xwe ya sereke. Kamaç got ew “Deklarasyona Aştiyê” ya HDP’ê di 30’ê tebaxê de eşkere kir destek dikin. 
 
BANGA YEKÎTIYA HÊZÊ 
 
Kamaç bang li raya giştî ya Tirkiyê, li rêxistinên pîşeyî, li rêxistinên civakî yên sivîl, li rewşenbîr, li rûspiyan dikin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd înîsiyatîfê ava bikin û got: “Em partiyên kurd, gelê kurd, rewşenbîr, rûspî, akademîsyen û seydanê kurd ji bo çareserkirina bi rêya çareserya demokratîk, diyalog û muzakereyê ya pirsgirêka kurd vedixwînin ku yekîtiya hêzê ava bikin.”