Surucu: Gelo derbarê Şaxa TEM’ê ya Rihayê de wê lêpirsîn bê vekirin?

img
RIHA - Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu, îdîayên 3 kesên ji 4’ê Îlonê ve li Şaxa TEM’ê ya Rihayê tên îşkence kirin bir rojeva Meclîsê û ji Wezareta Karê Hûndir xwest ku derbarê îdîayên îşkence kirine de lêpirsîn bê vekirin. 
 
Li navçeya Wêranşahir a Rihayê, polîsan di 4’ê Îlonê de bi ser malan de girtibûn û Hamdûllah Esen ê 55 salî, Tayîp Temel ê 52 salî û Mehmet Saît Yardimci ê 60 salî binçav kiribûn û birin Şaxa TEM’ê ya Riyê. Dûre hat îdîakirin li Şaxa TEM’ê îşkence li her 3 kesên dibin çavan de hatiye kirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Surucu, bal kişand ser bûyerên îşkenceyê yên berê li Serê Kaniyê û Xelfetê hatin jiyîn û îdîayên 3 kes li Şaxa TEM’ê hatin îşkencekirin bir rojeva Meclîsê. 
 
Surucu, xwest têkildarî îdîayên îşkenceyê, derbarê Şaxa TEM’ê ya Rihayê de lêpirsîn bê vekirin.  
 
Surucu, ji bo ku Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû bi bersivîne ev pirs kirin: 
 
“* Gelo îdîayên li Şaxa TEM’ê ya Rihayê, her cûre îşkence bi mirovan tên kirin rastin? 
 
* Gelo têkildarî dîmenên îşkenceya berê ya li Xelfetê hat jiyîn û di çapemeniyê de hat serwîskirin, gelek ji peywirê hat girtin? Yan jî ev kes hîna li ser peywirêne? 
 
* Gelo hûn gotinên parêzerên bi muwekîlên xwe re hevdîtin krin, hûn weke ixbarekê qebûl dikin? 
 
* Her ku Şaxa TEM’ê ya Rihayê bi îdîayên îşkencê dikeve rojevê. Gelo hûnê derbarê Şaxa TEM’ê de dest bi lêpirsînê bikin?”