Bûldan: Bila miha Muharremê bibe wesîleya aştî, azdî û yekitiyê

img

STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, daxwaz kir ku meha Muharremê bibe wesîleya aştî, azadî û yekitiya li welat.

 
Elewiyan, bi boneya meha Mûharremê li Dergah Garîp Dede ya li navçeya Kuçukçekmecê loqima aşûrê belav kirin. Hevseroka Giştî ya Partiya  Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûlan, parlamenterên HDP û CHP'ê, rêveberên komeleyên Elewî û Dayikên Aştiyê beşdarî bernameyê bûn. Bernameyê bi girtina semahê dest pê kir. 
 
Ji Dergeha Garîp Dede Celal Firat, di bernameyê de axivî û wiha got: "Hezar û 400 sal bi ser Kerbelayê re derbas bûn. Emê îro li vê derê aşûreya xwe bilav bikin. Aşûreya me, ji bo me ahenga mafê me ye. Dîroka vê xwe dispêre serdema Sumeriyan. Hişmendiya yezîd edaletê tune dike. Îro di tevahiya jiyanê de em vê rastiyê dibînin. Îro rola lêgerîna maf a Kerbela yê ye."
 
BULDAN: BERXWEDÊR WÊ QEZENC BIKIN
 
Dûre hevseroka Giştî ya axivî û wiha got: "Êş û zilma ku li mirovên me yên Elewî hatine kirin û tên kirin, em ji dil hîs dikin. Elewiyan li vê xakê zilmeke mezin dîtin. Mîna Kurdan, mîna Ermenan, mîna Suryanan."
 
Bûldan destnîşan kir ku her demê berxwedêr li ber zaliman rabûne û got, "Divê bê zanîn ku her demê berxwedêr li dijî zaliman bi ser ketine. Dema têkçûna zaliman nêz e." Bûldan diyar kir ku ew hêvî dike meha Mûharremê bibe wesîleya aştî, azadî û biratiyê.