HDP'iyan li Amedê ji bo tevdîrên li dijî vîrûsa coronayê gazî gel kirin

img
 
 
AMED - Parlementera HDP'ê Remziye Tosûn û Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, li taxan xebatên li dijî vîrûsa coronayê didomînin.
 
Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn û Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li Amedê tax bi tax digerin û ji bo vîrûsa coronayê gazî gel dikin ku tevdîrên xwe bigirin.
 
Tosûn û Meclîsa Ciwanan di bangawaziya xwe ya ji bo welatiyan de gotin: "Em li ser navê ciwanên Amedê bangê li gelê xwe dikin; gelê me yê bi rûmet vîrûsa koronayê li hemû dinyayê belav bûye. Em vê vîrûsê ji hev digirin û belav dibe. Divê me tevdîrên xwe bigirin, hay ji xwe û malbata xwe hebin. Em li paqijiya xwe baldar bin. Ji bîr nekin parastina me û gelê me di destê me de ye."