Baroya Amedê: Doznameya Elçî hewldana perdekirina cînayetê ye

img
AMED – Baroya Amedê, diyar kir ku cih dayîna kuştina 2 polisan a di doznameya têkidlarî qetilkirina Tahîr Elçî hatiye amadekirin de hewldana perdekirina cînayetê ye.
 
Baroya Amedê, bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî doznameya têkildarî kuştina Tahîr Elçî ku derbarê 3 polis û 4 gumanbaran de hatiye amadekirin da. Baroyê, diyar kir ku li gel ku lêpirsîna derbarê kuştina Elçî û her du polisan cuda hatine kirin jî di doznameyê de hatine yekkirin. Baroyê vê yekê weke hewldana perdekirina cînayeta Elçî nirxand.
 
‘DOZNAME BI PRISGIRÊK E’
 
Baroyê ragihand ku di doznameyê de polisên gumanbar hatine parastin û tercîha berdewamkirina polîtîkaya bêcehiştinê hatiye kirin û wiha got: “Doznameya ku piştî 4 sal û 4 mehan hatiye amadikirin ji hêla teknîka hiqûqî ve bi pirsgirêk e. Polisên ku di dîmenan de bi awayekî zelal gule reşandina wan tê dîtin weke gumanbar hatine nîşandan û endamên rêxistinê ku di dîmenan de tê dîtin piştî kuştina 2 polisan direvin û nayê dîtin ku gule berî cihê kuştina Elçî dane jî weke berpirsyarê cînayetê hatine nîşandan. Ev niyeta paqij derxistina faîlên Elçî ye. Em bi guman in ku ser cînayeta Elçî bê girtin û doz bê ceza bê hiştin.”
 
‘DIVÊ DADGEHÊ DOZNAMEYÊ PAŞDE BIŞÎNE’
 
Baro, di berdewama daxuyaniya xwe de ser helwesta peywirdarên darazê û ev tişt got: “Hêvî û daxwaza me ew ku dadgeh vê doznameya ku bingeha wê ya hiqûqî û mantiqî tuneye qebûl neke û paşde bişîne. Helwesta peywirdarên darazê çi dibe bila bibe, divê ku cînayeta Elçî bi her awayî bê ronîkirin û faîl bên cezakirin. Wê têkoşîna me ya ji bo vê yekê jî bi biryardarî bidome. Hûn ê nikaribin ser vê cînayetê bigirin.”
 
MA / Aydin Atay