Wezareta Dadê qedexeya hevdîtina bi girtiyan re dirêj kir

img
ENQERE - Wezareta Dadê li dijî belavbûna vîrûsê ya li girtîgehan hevdîtina parêzer û malbatan carek din qedexe kir. 
 
Wezareta Dadê li dijî belavbûna vîrûsa korona ya li girtîgehan di çarçoveya pêşniyarên Desteya Zanîst a Vîrûsa Koronayê de biryara qedexeya hevdîtinê carek din dirêj kir. Li gorî biryarê qedexeya hevdîtina parêzer û malbatan 2 hefteyên din jî hat dirêjkirin. Wezareta Edaletê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku malbat û parêzer di rewşên taybet de bi destûra serdozgeriyê dikarin hevdîtin pêk bînin. Lê dema parêzer biçin hevdîtinê jî dê bi lepik û maskeyan hevdîtina girtî pêk bînin.