Li Herêma Federe ya Kurdistanê 51 kesên bi vîrûsê ketin sax bûn

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku li Herêma Kurdistanê 9 kesên din bi vîrûsa corona ketine. Bi giştî heta niha li Herêma Kurdistanê 122 kes bi vîrûsa korona ketine û 51 kesên bi vîrûsê ketine sax bûne. 

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Hewlêrê 8 kes û li Helebceyê kesek bi vîrûsa korona ketine. Li gorî daxuyaniyê li Herêma Kurdistanê hezar û 422 kes di karantînayê de ne. Ji vane 425 kes li Hewlêrê ne, 281 kes li Silêmaniyê, 628 kes li Dihokê, 30 kes li Helebce, 5 kes li Germiyan, 32 kes li Raperîn û 20 kes jî li Koyeyê di karantînayê dene. Bi giştî heta niha li Herêma Kurdistanê 122 kes bi vîrûsa korona ketine, 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 51 kes jî sax bûne.