22 roj in Mehmetcan Taşdemîr di bin aşûtê de ye

  • rojane
  • 16:57 28 Sibat 2020
  • |
img
WAN – Xebatên lêgerîna Mehmetcan Taşdemîr ê di bin aşûta Miksê de maye ji ber şertên neyînî yên hewayê 22 roj in nayê kirin. 
 
Li ser rêya bejahiyê ya navçeya Miksê ya Wanê di 4 û 5’ê sibatê de aşûtê rû dabû û 41 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 84 kes jî birîndar bûbûn. Xebatkarê agirkujiyê Mehmetcan Taşdemîr 22 roj in di bin aşûtê de maye. 22 roj in xebatên lêgerîna Taşdemîr ji ber şertên neyîniya hewayê nayê kirin. Tê gotin ji ber talûkeya aşûtê û berf û bagerê xebatkarên rizgariyê nikarin xwe bigihînin cihê bûyerê.