Jinan li Êlîhê dest bi xebatên 8'ê Adarê kirin

  • rojane
  • 15:41 28 Sibat 2020
  • |
img

ÊLÎH - Jinan bi boneya 8'ê Adarê, li bajaroka Kaniyahênê belavok belav kirin. 

Jinan bi nêzbûna 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê re lez dan kar û xebatên xwe. Bi tevlîbûna Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û  Meclîsa Jinan a HDP'ê,  li bajaroka girêdayî bajarê Êlihê mal bi mal geriyan û belavokên 8'ê Adarê li jinan belav kirin û jin vexwendin mîtînga 8'ê Adarê.