Yuksekdag ji ber pirsgirêkên teknîkî beşdarî danişînê nebû

  • rojane
  • 15:31 27 Sibat 2020
  • |
img
ENQERE - Danişîna doza Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag hat dîtin û Yuksekdag ji ber pirsgirêkên teknîkî yên SEGBÎS’ê beşdarî danişînê nebû. 
 
3’yemîn danişîna doza Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag li 12’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat dîtin. Parêzerên Yuksekdag di danişînê de amade bûn. Yuksekdag ji ber pirsgirêkên teknîkî yên SEGBÎS’ê beşdarî danişînê nebû.  
 
Parêzerên Yuksekdag xwestin ku ev dosyaya wê bi dosyaya ku jê girtiye li 16'emîn Dadgeha Cezayê Giran tê dîtin re bikin yek. Şandeya dadgehê ev daxwaza parêzeran qebûl kirin û biryar da ku nivîs ji bo 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê bê nivîsandin. 
 
Dadgehê dûre danişîna Yuksekdag taloqî 19'ê Adarê kir.