Asli Erdogan: Ez carek din bêm girtin ji bo min mirin e

  • rojane
  • 15:18 17 Sibat 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskara Rojnameya Ozgur Gundemê Asli Erdogan, ku ji doza rojnameyê beraet kir, diyar kir ku di van şertan de nikare ji Almanyayê vekere Tirkiyeyê û wiha got: "Ger ku ez vegerim Tirkiyeyê ezê dîsa bêm girtin." 

Niviskara Rojnameya Ozgur Gundemê Asli Erdogan, ji doza rojnameyê hat girtin û 4.5 mehan girtî mabû û serbest hatibû berdan. Asli Erdogan, di danişîna dawî de ji dozê beraet kir. Piştî Asli Erdogan piştî beraet kir, agahî da Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP). Erdogan, diyar kir kir ku di van şert û mercan de nikare dîsa vegere Tirrkiyeyê û wiha got: "Ger ku ez vegerim Tirkiyeyê ezê disa bêm girtin. Ez carek din bêm girtin, ji bo min mirin e. Ez ji biryara beraetê pir matmayî mam. Her kes li bendê bû ku ez bêm cezakirin. Pergala siyaseta li Tirkiyeyê li ser faşizm û neo-faşizmê hatiye avakirin. Niha li Tirkiyeyê Ahmet Altan girtî ye. Dîsa Karsaz Osman Kavala girtî ye."