Daxuyaniya banga tevlîbûna kongreya HDP’ê hat astengkirin

  • rojane
  • 15:12 17 Sibat 2020
  • |
img

AMED - Parlamenter û endamên HDP’ê, bi armanca banga tevlîbûna Kongreya Giştî xwestin li Kolana Hunerê ya Amedê daxuyanî bibin çapemeniyê, lê polîsan daxuyanî asteng kirin. 

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, bi armanca banga tevlîbûna 4’emîn Kongreya Giştî, xwest ku li Kolana Hûnerê ya Navçeya Yenîşehîrê daxuyanî bide çapemeniyê, lê daxuyanî rêxistinê hat qedexekirin. Polîsan kolan bi maşîneyên zirxî girtin û koma ji parlamenterên HDP’ê Mûsa Farîsogûllarî, Semra Guzel, Remziye Tosûn û Dersim Dag, Hevserokên Bajêr Hulya Alokmen Uyanik û Zeyat Ceylan pêk hat, kirin dorpêçê. 
 
GIRSEYÊ DIRÛŞME YA ‘BIJÎ SEROK APO’ BERZ KIR 
 
Polîsan, biryara “qedexeya” Walîtiya Amedê weke hincet nîşan dan û gotin ku ewê destûrê nedin daxuyaniyê. Partiyan li ser vê yekê diyar kirin ku ewê daxuyaniya xwe bidin. Piştî nîqaşa hat kirin, komekê heya avahiya partiyê ya Yenîşehîrê ya li ser Cadeya Ekîncîlerê meşiyan. Girseyê di dema meşê de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kir. Polîsan li ser vê yekê gotin “ger dirûşme bên avêtin emê mudaxileyî komê bikin.”  
 
Komê dûre xwest heya Parka Koşûyolê ya li navçeya Rezanê bimeşin, lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. 
Koma HDP’ê, diyar kirin ku ew ê di qada sergirtî de daxuyanî nedin çapemeniyê. Polîsan jî li ser vê yekê Semta Ofîsê û Parka Koşûyolê kirin dorpêçê.