Mezlûm Ebdî: Ne pêkan e ku rewşa li Sûriyê vegere beriya sala 2011'an

  • rojane
  • 14:28 17 Sibat 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, diyar kir ku rewşa li Sûriyê ne pêkan e vegere beriya 2011’an û ev tişt got: "Êdî projeya Rêveberiya Xweser rastiyek e. Dan û standinên derve yên der barê Sûriyê de, lihevkirinên dewletên bi navê Sûriyê ne û encamên wê li Idlibê eşkere dibin."

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî, ji El-Erebiye Net'ê re axivî û têkildarî geşedanên dawîn ên li Sûriyê axivî. Ebdî diyar kir ku texmîn nake rewşa li Sûriyeyê vegere beriya 2011’an û û wiha got: "Di vê çarçoveyê de rola mezin û aktîf a kurdan û pêkhateyên Sûriyê yên dîtir heye."
 
'METODA LEŞKERÎ NEPÊKAN E'
 
Têkildarî dan û standinên di navbera QSD’ê û rejîmê de jî Ebdî, diyar kir ku maf li gorî qurbanî û helwestan tên dayîn û ev tişt anî ziman: "Tiştên ku pêkhateyên gelê me dane, ne kêmî gelên dîtir e ku parastina welatê xwe kiriye. Ji lew re daxwaze me mafên rewa ne û nûnertiya wê jî Rêveberiya Xweser a Demokratîk e. Metoda leşkerî ne pêkan e ku bi xwe re çareseriyan pêk bîne, nîşaneya vê jî salên dawîn in. Ji lew re em hêvî dikin ku ferizkirina çareseriyên leşkerî tune bin. Rêveberiya Xweser êdî projeyeke rasteqînî ye ku nayê têkbirin û bêyî wê ne pêkan e ku çareserî li Sûriyê pêk bê."
 
'DIVÊ BÊ CÛDAHÎ HERLES BEŞDARÎ HEVDÎTINAN BIBE'
 
Ebdî, destnîşan kir ku pêwistî bi çareserkirina azarên Sûriyeyê heye û wiha domand: "Bi rêya xebata li ser guhartina demokrasiyê li welat li gorî bergiriyên ku ne gef û ne jî xetereyê li ser Sûriyeyê yan jî gelê me wê pêk bîne. Tevahî hewldanên çareseriya rewşa Sûriyeyê û dan û standinên di dirêjahiya salên borî de di tunebûna nûnerên ji Rêveberiya Xweser de li dar ketine, tu encamên ku pêdiviyên sûriyan dabîn bikin, jê derneketin. Ew dan û standin mîna lihevkirinên dewletên bi navê sûriyeyiyan li Idlibê bi encam dibin. Em bi awayekî pratîkî diaxivin û bo nimûne, komîteya destûrê bi biryara navneteweyî ya 2254’an re nakok e û nûnertiya sûriyan nake û ev jî çewtiyek e. Divê tevahî bêyî cudahî beşdar bibin. Wê demê divê bê gotin çareseriya sûrî, destûra sûrî û dan û standina sûrî ye."