Demîrtaş banga beşdariya kongreya HDP’ê kir

  • rojane
  • 12:01 17 Sibat 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Gitşî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş banga beşdariya 4’emîn Kongreya Asayî ya HDP’ê dê di 23’ê Sibatê de li Enqereyê pêk were kir. 

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş ku ji 4’ê Mijdara 2016’an ve li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye, li ser hesabê xwe yê Twîtterê banga beşdariya 4’emîn Kongreya Asayî ya HDP’ê dê di 23’ê Sibatê de li Enqereyê pêk were kir. 
 
Demîrtaş di Twîtterê de vê peyamê parve kir: “Silav hevalên hêja. Di 23’ê Sibatê roja yekşemê dê li Arenaya Enqereyê HDP Kongreya xwe ya Asayî li dar dixe. Meraq nekin, em ê jî bi deng û rihê xwe li wir bin. Ez dixwazim hûn jî bi deh hezaran li wir bin. Nebêjin ‘Jixwe wê gelek kes biçin, ez neçim jî dibe.’ Bê te qet nabe. Ji kerema xwe bernameya xwe li gorî vê yekê amade bike û em wê rojê di kongreyê de hev bibînin. Ez her kesî silav dikim.”